* Fotograf: Can Erok / DHA / Kilis
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Duh (20ê Kanûna Paşiyê) du roket ber bi Kilîsê ve hatin avêtin. Yek ji wan li mizgeftekê ket û du kes mirin. Roketa din li malekê ket ku di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), roket ji Efrînê hatine avêtin û yek ji wan li Mizgefta Çalikê ketiye. Di encama vê bûyerê de Tarik Tabakê Sûriyeyî û Mûzaffer Aydemîrê Tirkiyeyê mirin. 11 kes jî birîndar bûn. Paşê roketek din hatiye avêtin ku li taxa Kazim Karabekîrê li maleke nêzîkî mizgeftê ketiye.
Di daxuyaniya Walîtiya Kilîsê hatiye gotin ku roketa pêşiyê saet derdora 18.10 deqîqeyan “Ji hêla PKK/KCK/PYD-YPGyê ji Efrînê” hatiye avêtin.
“Roketek mizgeft kiriye hedef. Yek jê ji Sûriyeyê, yek jê jî ji Tirkiyeyê du kes mirine ku nimêja êvarê dikirin. 6 welatî jî birîndar bûne. Li mala ku roketa duyemîn lê ketiye 5 welatî bi sivkayî birîndar bûne. Kesên birîndar hatine dermankirin.”
Roket bûbûn sedema mirina du kesan
Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) tevlî Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) li ser Efrînê operasyon dabûn destpêkirin, 21ê Kanûna Paşiyê hatibû diyarkirin ku ji hêla Sûriyeyê 11 roket avêtine navçeya Reyhanliyê ya Hatayê û 5 jî avêtibûn Kilîsê. Li Reyhanliyê kesekî ji Sûriyeyê miribû. 22yê Kanûna Paşiyê dîsa roket avêtibûn navçeya Kirikhanê ya Hatayê û di encamê de Şahîn Elîtaş karkerê şîrketa elektrîkî TEDAŞê miribû.
Rayedar û ajansên nûçeyan ên Tirkiyeyê gotibûn ku roket ji hêla “PYD/PKK/YPG/KCK”yê ve hatine avêtin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandiye, Sîpan Hemo Fermandarê Giştî yê YPGyê gotibû, “Yekîneyên me bi ti awayî ne Kilîs ne jî ti bajarên din nekirine hedef.”
Parlamenterê CHPyê yê Hatayê Mevlut Dûdû 22yê Kanûna Paşiyê ji rojnameya Cûmhûriyetê re axivîbû û gotibû, “Ew zanyarî dane me ku êrîş berê hatiye amadekirin û ji nav xaka Tirkiyeyê hatiye kirin. Ti şik nîne ku êrîş ji hêla rêxistina terorê ve hatiye kirin, lê ew zanyarî di destê me de ye ku ne ji Sûriyeyê, ji çoltarên Reyhanliyê di encama amadekariyên ku berê hatine kirin de ev êrîş çêbûye û roket ji wir hatine avêtin.” (BK/FD)