Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Dadgeha Cezayên Giran a 29. a Stenbolê şeş rojnameger ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatin dadkirin. Tûnca Ogreten û Mahir Kaat du rojnamegerin ku ji ber parvekirinên wan di girtîgehê de bûn, herdu rojnameger îro serbest bûn.
Derketina derveyî welatî ji bo herdu rojnamegeran hat qedexekirin. Herweha herdu rojnameger mecbûr in di hefteyê de rojekê biçin navendên ewlehiyê û bi vî awayî di bin kontrolê de bimînin.
Tûnca Ogreten edîtorê berê yê malpera Dîkenê ye û Mahîr Kanaat jî yek ji xebatkarên rojnameya BîrGûnê ye.
Ji ber ku rojnamegeran belgeyên *Redhackê belav kirîn kiribûn nûçe û weşandibûn bi sûcên “endametiya rêxistinê”,”propagandaya ji bo rêxistinê, astengkirina sîstema ragihandinê ya teknîkî, guhertin an jî tinekirina daneyan” hatin sûcdarkirin.
Belge di heqê wezîrê çavkaniyên xwezayî û enerjiyê, Berat Albayrakî de bûn.
*Redhack: Komeka hackkirinê(şikandina sîstemên parastina daneyên li înternet û sîstemên teknîkî) ye.
(AS/MB)