Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dema ku Zeynep Kuray û İrfan Tunççelikî nûçeya wan kesên di greva birçîbûnê de çêdikirin polîsan ew desteser kirine.
Şeva dî dadgeheka Stenbolê bi şertê kontrola edlî ew berdane.
Polîsan 10ê Gulanê Zeynep Kuray desteser kiribû. Kurayê hingê nûçeya wan kesên di greva birçîbûnê de çêdikir.
Dema hin jinan xwestibûn ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ve bimeşin, Irfan Tunççelîkî nûçeya wan çêdikir. Polîsan hingê ew desteser kiriye.
Herdu rojnameger mecbûr in di hefteyê de du rojan li navenda polîsan îmzeyan biavêjin.
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) Arzu Kayaoglu jî berdaye. Di heman rojê de ji bo birêvebirê HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) yê Bakirkoyê, Haci Ugiş dadgehê biryar daye ku divê di girtîgehê de bimîne.
(HA/MB)