Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 19ê Nîsana 2018ê ve edîtora ETHAyê(Ajansa Nûçeyan a Etkinê) Semiha Şahin û nûçegihana wê ajansê Pinar Gayip di girtîgehê de bûn.
Bixwîne - Rojnameger, Şahin û Gayip nehatine berdan, 127 rojnameger girtî ne
23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryar daye ku ew ê bibin mehkûmên malê.
Rûniştina dî ya dakirina rojnamegeran dê 15 Çiriya Paşiyê(meha 11.), siet 10.30ê be.
Çi bûbû?
Polîsan 13ê Nîsana 2018ê li derdora saet 02.00ê girtibûn ser malên Gayip û Şahînê û ew desteser kiribûn. Gayip û Şahîn û Ferhat Pehivan endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û Gulsen İmreya ku li Taxa Gaziyê hatibû desteserkirin, 19ê Nîsanê derxistibûn pêşberî dozgeriyê.
Bixwîne - Du rojnamegerên girtî, Şahin û Gayip nehatin berdan
Dozgerî bêyî îfadeya wan bistîne, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtina wan, ew şandin Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar.
Dadweriyê ji bo Semîha Şahînê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û propaganda kiriye”, ji bo Pinar Gayipê bi îdiaya “endamarêxistinê ye”, ji bo endamê endamê SGDFyê Ferhat Pehlîvan û Gulsem Îmreyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxistibû.
106 rojnameger girtî ne
Li gor Rapora Çavdêrîya Li Medyayê ya BIAyê ku Erol Onderogluyî amade kiriye: li Tirkiyeyê 106 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê û dozên polîtîk di 1ê Nîsanê de li girtîgehan bûn.
Di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê ya 2019ê de li ser gelek dozan biryar hatiye dayin. 106 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji bo 41 rojnamegerên girtî biryar hatiye dayin. 30 ji wan têne dadkirin.
20ê Tîrmeha 2016ê Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Li ser Rêxistina Terorî ya Fethullahgir operasyon hatine pêkanîn. 1ê Nîsanê 64 rojnameger bi endambûna FETOyê di girtîgehan de bûn.
31 rojnamegerên ji medyaya kurdî, an jî ji ber kêşeya kurdan hatîn girtin heta 1ê Nîsanê di girtîgehê de bûn.
(TP/MB)