Fotograf: Nobel Prize
Berit Reiss-Andersen, Seroka Komîteya Nobelî aşkere kiriye ku wan, Dmitry Muratov, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Novaya Gazetayê û Maria Ressa, rojnamegera filîpînî, hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelî dîtine.
Muratov ji Rûsyayê ye û Ressa jî ji Filipînê.
Reiss-Andersenê diyar kiriye ku Xelata Aştiyê ya Nobelî ya ji ber ku ji bo azadiya demokrasiyê, azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê têdikoşin, wan dane her du rojnamegeran.
Muratov yek ji avakarên novaya Gazetayê ye ku di sala 1993yan de ava bûye.
Maria Ressaya, avakara hevkar a Rappler, portala nûçeyan e ku navend wê li Filipînê ye û weke CEOya wê kar dike. (FD)
*Çavkanî:AA