Chalak Eventsê daye zanîn ku ew li Stenbolê galaya du fîlmên Tahsîn Ozmenî pêk bîne. Fîlmên bi navê Mast û Pantor dê 25ê mehê li Sînemaya Beyoglûyê bêne nîşandan.
Tehsîn Ozmen derhênerekê ji Cizîra Botan e. Wî fîlma Mast sala 2015ê û fîlma Pantor sala 2018ê çêkiriye.
“Mast”ê di sala 2015ê de li Festîvala Fîlman ya Dihokê di beşa kurtefîlman de xelata yekem standibû sala 2018ê heman xelat standibû.
“Pantor”ê di sala 2018ê de li Festîvala Fîlman ya Dihokê di beşa kurtefîlman de xelata yekem standibû. Li gel vê yekê îsal fîlma Pantorê ji bo 72. Festîvala Fîlman ya Cannesê ji bo beşa Bijarteyên Tirkiyê hate hilbijartin.
Chalakê daye zanîn ku:
“Piştî galayê bi beşdarîya derhênerê fîlman Tahsîn Ozmenî û lîstikvanê fîlma Pantor'ê Suat Ustayî gotûbêj dê çêbe.”
(MB)