Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeran du dersdarên bi navê Nursel Tanrıverdi û Selvi Polat, çar caran dad kirine, dozgeran zêdetirî 30 caran ew dane desteserkirin.
Herdu dersdar 7ê Sibata 2017ê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan De ji karê xwe hatibûn avêtin. Dersdaran ev yek protesto kiribûn.
Dema ku ew ji bo protestokirinê li Bakirkoya Stenbolê dirûniştin, polîsan 30 caran ew desteser kirine.
"Kîndarîya dozgeran"
Bi biryara dadgeran ew çar caran bi sûcê “pêkanîna meş û xwenîşandana neqanûnî” hatine girtin li girtîgehê mane û paşê hatine berdan.
Parêzerê herdu dersdaran, Ferdi Yamarî da zanîn ku wan li HSYKyê(Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran) gilîya dadger û dozgeran kiriye. Parêzerî diyar kiriye ku dadger û dozgerên wan gilîya wan kiriye bi “hestên kîndarîyê” tevgeriyane.
Navê dadger û dozgerên ku li HSYKyê gilîya wan hatiye kirin ev in:
Dadger; Coşkun Kurt, Harun Yüzüak, Hüseyin Alper Önal û dozger; Haluk Tekin, Ahmet Sezmiş, Bahadır Kopdağ, Muhammed Okan Arslantaş.
(AS/MB)