Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Edeneyê du kes ji ber parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî hatin girtin.
9 kesên ku 30ê Adarê li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di encama serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin, piştî li Midûriyeta Emniyetê îfade dan, duh şandin Edliyeya Ceyhanê.
Dozgeriyê îfadeyên wan standiye û bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtinê ew şandine dadweriyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadweriya Cezayan a Silhê biryar girtiye ku 7 kes bi şertê kontrola edlî serbest bimînin û 2 kes ben girtin.
8 kes desteserkirî ne
Duh jî li navçeya Ceyhanê bi heman tohmetê operasyon li hemberî bikarhênerên medyaya civakî hatibû lidarxistin û di encamê de 8 kes hatibûn desteserkirin.
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku di hefteya paşiyê de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî ji bo 154 kesan pêvajoya lêpirsîna qanûnî hatiye dest pê kirin.
Bixwîne - Di hefteyekê de lêpirsîn li ser 154 bikarhênerên medyaya civakî hatiye kirin
Herweha wezaretê di 26ê Sibatê de eşkere kiribû ku ji ber ku 845 kesan operasyona li ser Efrînê rexne kirine ew hatine desteserkirin. (AS/FD)