Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Îro li 27em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) lêkolîner Sibel Bekiroglu, cara duyem,
Li 37em DCGyê jî ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. S. P jî cara sêyem derket pêşberî dadgehê.
Sibel Bekirogluyê beriya niha paraznameya xwe pêşkêşî 18em DCGya Enqereyê kiribû da ku bişîne 27em DCGya Stenbolê.
Dozgerî di nêrîna xwe de xwest ku ceza li Bekiroglû were birîn. Cemil Adiyaman, Parêzerê Bekirogluyê xwest ku ji bo ew paraznameya xwe amade bikin, heyeta dadgehê demê bide wan.
Adiyamanî her weha diyar kir ku wê îro li Dadgeha Destûrî serlêdana Akademisyenên Aştîxwaz bê nirxandin û ew naxwazin paraznameyê pêşkêşi dadgehê bikin. Her weha daxwaza bi paş de avêtina dadkirinê kir.
Heyetê jî li gorî vê daxwazê tevgeriya û biryar girt ku dadkirin 11ê Tîrmeha 2019ê saet di 09.10 deqîqeyan de berdewam bike.
Heyeta din jî taloq kir
Li 37em DCGyê, ji ber Meriç Eyuboglu, parêzera Prof. Dr. S. P. yê neweş bû ye nekarîbûye beşdarî danişînê bibe. Ji ber wê raporek pêşkêşî dadgehê kiriye û gotiye ew ê nikaribe paraznameya miwekîla xwe pêşkêş bike.
Heyeta dadgehê biryar girt ku dadkirin 26ê Hezîranê saet di 09.45 deqîqeyan de berdewam bike.
Beriya danişinan civîna çapemeniyê pêk hat
Dadgeha Destûrî wê îro serlêdana 10 akademisyenan binirxîne ku cezayên wan hatine pesendkirin.
Beriya danişînên akademisyenan, li ber Edliyeya Çaglayanê, civîneke çapemeniyê pêk hat. Akademisyenan daxwaz kir ku Fusun Ustel û Tuna Altinelê girtî bên tehliyekirin û bal kişandin ser biryara Dadgeha Destûrî ya ku wê îro serlêdanan binirxîne.
Akademîsyenên Aştîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê "propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê "Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301." bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(HA/FD)