Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Li 30em Dadgeha Cezayê ya Giran danişîna 1em ya Doç. Dr. Y.Byê ya ji Zanîngeha Dîcleyê û danişîna 2em ya Lêkolîner T.Ç.Eyê ya ji Zanîngeha Bilgiyê bi rê ve çû.
Heyeta dadgehê ji van kesan pêk hatiye: Serokê Dadgehê: : Utku Ercan - Endam: Ahmet Tarık Çiftçioğlu, Selçuk Kurt - Dozger: Mustafa Güner.
Serok: “Em ê qefle bi qefle biheve bikin”
Danişîna 1em
T.Ç.Eyê di parastina xwe ya salona danişînê de tohmet red kiriye û demildest daxwaza berdana xwe kiriye.
Dozgeri daxwaza cezayî kiriye
Piştre parêzer Sevgî Kalan gotiye ku daxwaza wan a pêşî demildest biryara berdanê ye. Ger biryara dadgehê dijî vê be bila dadgeh hemû dosyayên din bîne bahev.
Dozger diyar kiriye, pêwîstî bi lêkolînkirinan nemaye û derbarê tawanbar ve biryara xwe pêşkeş kiriye û xwestiye tawanbar bi xala 7/2 ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin.
Lijneya dadgehê li ser daxwaza tawanbar û parêzerî wî ji bo parastinê dem dayî wan. Lijneyê hemû dosyeyên akademîsyenan yên di bin sîwana dadgeha wan de anî bahev û bi mebesta qerebalix bûna dosyan got ; “Em ê qefle bi qefle bînin ba hev”. Lê biryara biheve kirinê di navberê de nehatiye dayîn.
Dadgehkirin wê 22ê Adara 2019an de berdewam bike
Danişîna 2yem
Y.Byê di danişîna xwe ya 1em de gotiye: “Di derheqê me de lêpirsîna endamtiya rêxistina terorê hatiye kirin lê tu tiştek nehatiye bidestxistin û dosyaya me hatiye girtin. Em ji wê dosyê beraat bûne. Ez dixwazim ji vê dosyayê jî beraat bibim. Ger biryara berdana min di vê danişînê de neyê dayîn, ez dixwazim di danişîna piştî vê de bi detay parastina xwe bikim. ”
Paşê parêzer Ronay Canseverê biryara Serdozgeriya Komarî ya Amedê ya muwekila wê behsa wê kiribû pêşkêşî dadgehê kiriye ku di vê biryarê de hatiye gotin, “hewceyî jêpirsînê nake”. Parêzerê daxwaz kir ku muwekila wê demildest beraet bike.
Heyetê daxwaza demê qebûl kiriye û biryar girtiye ku dadgehkirin 22yê Adara 2019ê berdewam bike. (TP/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.