Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) hilbijartina Stenbolê betal kiribû.
Piştî vê biryarê; DSP(Pariya Çep a Demokratîk), SP(Partiya Siadetê) û TKPyê(Partiya Komûnîst a Tirkan) piştgiriya Ekrem Îmamoglûyî kiriye.
31ê Adarê ji bo birêvebiriyên herêmî hilbijartin hatibûn kirin. Berbijarê CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) Ekrem Îmamoglû wek şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin.
TKP: Em ê nekevin hilbijartinê
TKPyê diyar kiriye ku ew Îmamoglûyî wek şaredarên meşrû dibîne û ew ê beşdarî hilbijartinê nebe.
SP: Em amade ne
Berbijarê SPyê di bernameyeka televizyonan de diyar kiriye ku ew amade ye ji bo Îmamogluyî nekeve hilbijartinan û li benda biryara partiya xwe ye.
DSP
DSPyê diyar kiriye ku ew ê “li hemberî neheqîyê bêdeng nebin.”
(EKN/MB)