Ji dîrokê ve Rojhilata Navîn ji şer, koçberiya sîstematîk û dagirkeriyê bê par nemaye ku bûye qada nakokiyan. Di xeta ku ji Filistînê heta Sûriyê, ji Urdun-Lubnanê heta Rojava û Tirkiyeyê dirêj dibe, koçberî îro êdî ne encameke siruştî ya şeran e; di destên dewletan, rejîman û hêzên herêmî û cîhanî de veguheriye amûreke polîtîk. Polîtîkayên dagirkerî, komkujî û dorpêçê yên Îsraîlê li ser Xezeyê û Şerîaya Rojava, nexşeya mirovî û siyasî ya herêmê ji nû ve dîzayn dikin.
Di vê çarçoveyê de koçberî, li Rojhilata Navîn dibe siyaseteke îtaet û kontrolê ku tê de sînor, nasname û têkiliyên serweriyê ji nû ve têne hilberandin. Ji stratejiyên rejîma nû ya Sûriyeyê yên ji nû ve rêxistinkirina siyasetê heya polîtîkayên sînor ên Tirkiyeyê; ji pêlên koçberiyê yên nû yên ku ji ber krîza avhewayê derdikevin heya polîtîkayên vegera dilxwazî, her gavek şêwazên cihêreng ên heman aqilê metingeh eşkere dike.
Dr. Yasin Duman demeke têkildarî polîtîkayên koçberiyê, pevçûnên etnîkî û pêvajoyên aştiyê dixebite. Duman li ser mijarên weke koçberiya bi darê zorê, polîtîkayên dagirkeriyê yên li Filistînê, li herêmê çawaniya veguherandina koçberiyê weke stratejiyeke polîtîk û krîza avhewayê bi bianetê re axivî.
“Bi awayekî sîstematîk erdnîgariya Filistînê tê valakirin”
Di salên dawî de li Rojhilata Navîn geşedanên polîtîk yên mezin rû didin. Ev geşedan rasterast bandorê li polîtîkayên koçberiya û koçberiya ku ji neçariyê tê, dike. Êrîşên Îsraîlê ên ji bo dagirkirina Şerîaya Rojava û Xezeyê, polîtîkayên koçkirina bi komî û valakirinê li herêmê veguheriye qeyraneke mezin. Hûn vê pêvajoyê li gorî perspektîfa koçberî û koçkirina bi darê zorê çawa, dinirxînin? Bi awayekî sîstematîk erdnîgariya Filistînê tê valakirin gelo ev dikare çi encamên herêmî bi xwe re bîne?
Di destpêkê de lazim em bînin bîra xwe ku kokên şerê dewleta Îsraîlê yê li hemberî Filistînê nêzikî xwe dispêre dîrokeke sed salî. Di salên 1920ê û wir ve, ango piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û piştre ji ber Holokostê, nifûseke baş a Cihûyên li Ewropayê û cihên din ên cîhanê derketin û xwe gihandin Filîstinê. Di sala 1947ê de, ango piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji ber ku nakokiyên di navbera cihûyan û ereban de vegeriya şiddetên girseyî, Neteweya Yekbûyî (UN) bi “Çareseriya 181” deng da ku Filîstin wek dewleta ereban û dewleta cihûyan bibe du parçe û ji bindestiya Brîtanyayê derkeve.

Statuya Qudûsê jî wek “bajarê navnetewî” hat diyarkirin. Ereban dixwestin serdestiya Brîtanyayê bi dawî bikin û serxwebûna xwe îlan bikin lê bi hatin û belawbûna nifûsa cihûyan nekarîn vê armancê pêk bînin. Di dawiyê de cihûyan di 1948ê de dewleta xwe bi navê Îsraîl bi fermî îlankirin. Şerê yekemîn di navbera ereban û Îsraîliyan de di heman salê dest pê kir û di nav salekê de bi “serkeftina” Îsraîlê bi dawî bû. Di encamê de nêzikî 750,000 Filistînî yekemcar ji cih û warê xwe bûn û herêm ji nû ve wek sê parçe hat dîzaynkirin: Dewleta Îsraîlê, Şerîaya Rojava û Xeze. Ji vê rojê ve, Dewleta Îsrîlê, bi awayekî sîstematîk hewil dide tevahiya Filistîniyan ji cih û warên wan derxîne.

Meclisa Netewî ya Filîstînê, piştî 40 salan, ango 1988ê de heqê “hebûna dewleta Îsraîlê” qebûl kir. Dewleta Îsraîlê vegera Filistiniyan bo cih û warên xwe tu caran qebûl nekir lê li şûna vê xwest bi tazmînatê bersiva vê daxwazê bide ku ev jî ji aliyê Rêveberiya Filîstînê ve nehat qebûlkirin.
Niha hem di warê bidawîkirina şer de û hem jî jinûve dîzaynkirina axên Filistinîyan de nîqaş û geşedanên gelek cûda pêk tên. Li gorî plana Trump a herî dawî ku ji 20 maddeyan pêk tê, hêzên Îsraîlê dê ji herêm ku heta niha dagir kiriye vekişin, Hemas dê çekên xwe dayne û çi hêzên çekdarî, ji bilî hêzên asayîşê, dê li Xezayê nemînin. Ji bo birêvebirina herêmî jî dê rêveberiyeke navnetewî bê avakirin û ew ê aştiyê bişopînin. Dîsa li gorî maddeya 12emîn, “dê kesek bi darê zorê ji Xezayê neyê derxistin û ew ê ku dixwazin dê bikaribin ji Xezayê derkevin û dixwazin vegerin Xezayê dê bikaribin vegerin”. Li gorî planê “Aliyên lihevanînê dê hewl bidin ku gel li cihê xwe bimîne û îmkânan pêşkêşî wan bikin da ku Xezayeke baştir ava bikin”.
Dîroka şerê nêzikî sed salan, geşedanên vê dûmahîkê û armanc, îdeolojî û nêrînên rêveberên dewleta Îsrîlê û rêveberiya Partiya Hemasê, ku bi navê “Guherîn û Reformê” tê nasîn û demeke dirêj e piraniya parlementoya Filîstinê di destê wan de ye, nîşanî me didin ku çareseriyeke aştiyane ne pêkan e. Ji 1993ê ve heta niha gelek caran her du alî hevdîtinên aştiyê li bajarên Ewropayê û Rojhilata Navîn hevdîtin pêk anîn lê negihiştin çareseriyeke domdar û aştiyane. Ew plana heyî jî di gelek aliyan de pirsgirêkan dihevîne. A yekem ev e ku mafê dewletbûna Filîstinê girêdayî hinek şert û mercên wek reform û geşedanê dibîne; ne wek mafeke rewa. Ev yek, li dijî hiqûqa navnetewî ye û lazim e wek cihûyan, Filistînî jî bikaribin dewleta xwe û saziyên xwe ava bikin û rêveberiyên xwe hilbijêrin. Mafên wan ên serxwebûnê divê ne girêdayî şert û mercan be.
A duyemîn, “Hikûmeta Demkî” ya ku Trump pêşniyar dike rêveberiya Filîstînê li derve dihêle û di warê prensîbên demokrasî de bêbingeh e. “Komîteya Aştiyê” ya ku dê di bin rêveberiya Trump de be, formeke din a desthilatdariya kolonyalîzmê ye ku kolonyalîzma Brîtanyayê ya sed sal berê tîne bîra me.
Her wiha, her çi qas ev plan paşvekişandina hêzên Îsraîlê pêşniyar bike jî li şûna wan, bi hinceta ewlehiyê, hêzeke din a dagirker bi cih dike. Ewlehiya Îsraîlê û nifûsa vê tê parastin lê di derbarê ewlehiya Filîstiniyan de zêde gotin nîn in.
Dîsa, li gorî planê, endamên Hemasê yên ku çekên xwe datînin dê bên “efûkirin” lê behsa mekanîzmaya şopandin û darizandina sucên şer ên her du aliyan nayê kirin. Nêzikî hezar Îsraîlî û 70 hezar Filistînî hatin kuştin. Edalet ji bo wan kesan û malbatên wan, edaleta civakî dê çawa bê temînkirin?
Girêdayî koçberiyê jî her çi qas tê gotin ku “dê kesek bi darê zorê ji Xezayê neyê derxistin û ew ê dixwazin derkevin dê bikaribin biçin”, lê ew pêvajo dê çawa bê rêvebirin û di rêka veger an derketinê de ewlehî û parastina wan dê çawa bê temînkirin ne diyar e.
Dîsa, plan behsa “de-radîkalîzebûnê” di ser axa Xezayê dike û retorîka dijberiya Filistîniyan an jî “radîkalîzma cihûyan” a li Îsraîlê tiştekê nabêje. Ev asîmetrî îmkânên aştiyeke însanî û adilane ji holê radike. Her wiha, di warê gihandina alîkariya însanî de jî fikarên gelek mezin hene. Li gorî raporên UNê, ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê zêdetirî 400 hezar Filîstînî cih û warên xwe terikandin, zêdetirî 500 xebatkarên saziyên herêmî û yên navnetewî yên alîkariya însanî û 220 rojnamevan hatin kuştin.
Belê, ev yek nîşanî me didin ku bi awayekî sîstematîk erdnîgariya Filistînê tê valakirin û ew ê di destpêkê de serxwebûn û parastina Dewletê Îsraîlê bihêztir bike, terîtoryaya tesîra xwe berfirehtir bike, hemû xetereyên li dijî wan her duyan ji holê rake yan jî mînîmîze bike wek rêveberiya Hîzbûllahê li Libnanê, kapasîteya çekên nukleer li Îranê û kapasîteya şer a Dewleta Sûriyeyê ya di bin hikûmeta nû de. Hevpeymanên Abraham, ku heta niha di navbera Îsraîlê û Yekîtiya Mîriyên Ereban (Îmarat), Behreyn, Fas û Sûdanê ve hatiye îmzekirin û dibe ku Erebistana Siûdî û Sûriye jî daxil bin, zêdetir bi rêya bazirganiya çekan û temînkirina ewlehiya Îsraîlê pêk tê. Helbet di vê pêngavê de jî rol û piştgiriya rêveberiya Trump roleke mezin dileyize. Ango, her du hêz ji bo berjevendiyên xwe her rêkê ji xwe re meşrû dibînin. Li gorî hêz, kapasîte û berjevendiyên xwe li gel hinek welatan “peymanên aştiyê” îmze dikin û li gel hinekên din şer dikin. Bi vê yekê jî li aliyekê hem hegemonyaya Emrîkayê û serpereştiya hêzên welatên Rojavayî ya di siyaseta navnetewî de ji nû ve saz dikin û hem jî li dijî hegemonyaya Rûsya, Çîn û Îranê vê herêmê wek “qadeke şer” bi kar tînin. Civîna herî dawî ya li UNê jî û daxwaza Trump ji Tirkiyeyê ya li dijî Rûsyayê jî vê yekê nîşan dide.
“Rewşa penahendeyan û ‘Parastina Demkî’”
Xuya ye ku ev polîtîkayên ku Îsraîl li Filistînê dimeşîne bandorê li hevsengiyên li herêmê û dînamîkên koçberiyê yên li welatên cîran jî dike. Di vê çarçoveyê de, em dibînin ku piştî Şara li Sûriyê hat ser desthilatê, hejmareke berçav ji Sûriyeyîyan vegeriyan welatê xwe, di heman demê de girseyek jî heye ku tercîh dikin ku li Tirkiyeyê bimînin. Li gorî we bandorên van geşedanan li qadê çi bûn? Di dînamîkên koçberiyê de hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê guhertinên çawa çêdibin?
Wextê min lêkolîna xwe ya doktorayê dikir, li Hatayê zilamekî ji Helebê gotibû “em ê rojekê vegerin welatê xwe lê wextê ku Tirkiye ev herêm kontrol kir”. Nizanim ew kes di nav kesên ku vegeriyane de ye yan na lê li gorî raporên Wezareta Naxweyî ya Tirkiyeyê ji 8ê kanûnê heta niha derdora 500 hezar kes û ji 2016ê heta niha jî nêzîkî mîlyonek 250 hezar kes vegeriyane Sûriyeyê. Ji wan çend kes Rojavayî ne em nizanin helbet. Tê vê wateyê ku îro di derdora du mîlyon 750 hezar kes hê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ne. Tirkiye, bi alîkariya hêzên navnetewî û hevkariya kes û komên endamên ku wextekê di nav DAIŞê de bûn û heta li heremên cuda rêveberiya vê kirin, bi rastî ji kontroleke berfireh hem li ser siyaset û hem jî axa Sûriyeyê ava kir.
Ji bo vegera penahendeyan bo Sûriyeyê û Rojavayê hinek şert û mercên bingehîn lazim in wek tesîskirina ewlehiyê bo herkesî, peydakirina xizmetan (wek nexweşxane, dibistan, zanîngeh, şaredarî, edalet û hwd.), jinûve avakirina malan û îmkânên debara jiyanê. Bêyî ku ev amade bin, zehmet e penahende bixwazin vegerin. Her wiha, a niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ew di bin “Parastina Demkî” de û ji ber vê yekê bi awayekî yasayî ne “penaber” in. Lê bi pêşniyara Wezareta Naxweyî û biryara Serokkomariyê, dibe ku ev statuya “Parastina Demkî” bê rakirin û rêya vegera wan vebe. Lê dîsa jî, her penahende dikare serî li mehkemê bide da ku ev biryar bê rawestandin. Ev yek jî hem dê pêvajoyê aloztir bike hem jî barê li ser saziyên darizandinê zêdetir bike. Ji ber vê û bi qasî ez dibînim, hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide pêvajoya vegera bi dilxwazî van vegerîne herêmên xwe. Ev yek li gorî berjevendiyên Tirkiyeyê jî ye ji ber ku alîkariya fînansî ji bo veger û avakirina jiyanê bi rêya Tirkiyeyê li Sûriyeyê û herêmên rojavayê Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya van alîkariyan tê bi rêvebirin.
Heta roja îro guherîneke berbiçav, ji bilî hejmara kesên vegeriyane, nîn e. Lê xuya ye ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê jî vegera wan dixwaze ji ber ku hem pêdiviya wan bi kesên ku dê bikaribin alîkariya vê rêveberiyê bikin di warê pêşkêşkirina xizmetên bo kesên vedigerin û di heman demê pêdiviya van bi kesên ku dê bikaribin rolekê hilgirin di saziyên herêmî de heye. Ev yek jî girêdayî çavkaniyên derveyî ye. Ji ber vê jî gelek saziyên Sûriyeyî ku li Dîlokê, Rihayê, Hatayê û bajarên din xizmet didan penahendeyan ofîsên xwe yên navendî birin Îdlibê, Helebê û Şamê yan jî li van bajaran jî ofîs vekirin. Lêkolînên sala pêşiya me dê agahiyên zelaltir bide me di vî warî de.
"Piştî Esad 275 hezar penahende vegeriyan e"
Vegera Sûrîyeyiyan an jî mayîna wan a li welatên ku koçber bûne di rastiya xwe de yekser bi polîtîkayên giştî yên koçberiyê yên li herêmê ve girêdayî ye. Welatên wekî Tirkiye, Lubnan û Urdun derbarê penaberên Sûriyê de gavên cuda diavêjin. Hinek behsa vegerê bi dilxwazî dikin, hinek jî rêbazên zextkar bi kar tînin. Hûn van polîtîkayan çawa dixwînin? Welatên herêmê pirsgirêka koçberiyê ber bi kîjan alî ve dikişînin?
Min bi kurtasî behsa polîtîkaya Tirkiyeyê kir. Ez dikarim bi sê peyvan kurttir bikim: derfetên aborî, hegemonyaya herêmî û têkiliyên navnetewî. Tirkiye, bo van her sê mijaran, şert û mercên zehmet ên însanî yên penaberan di destpêka şer heta niha bi awayekî aktîf bi kar anî û dê rola xwe berdewam bike.
Lubnanê, rewş piçekî aloztir e. Ji ber ku Lubnan bixwe jî di nav qeyraneke siyasî û aborî de ye, heta demek nêzîk di bin êrîşên Îsraîlê de bû û heta roja ketî jî li gel rejîma Esad, bi taybetî bi rêya Îranê, di nav têkiliyeke xurt de bû nêzikahiya wan a penahendeyên Sûrîyeyî cudatir bû. Li gorî rapora UNHCRê ya Tebaxa çûyî, piştî ketina rejîma Esad, derdora 275 hezar penahende vegeriyan Sûriyeyê û derdora 100 hezarên din xwe gihandin Lubnanê. Ev ên ku ji Sûriyeyê derketin zêdetir ji herêmên elewiyan e. Ji bilî armanc û berjewendiyên siyasî û dîplomasiya navnetewî, penahendeyên ji Sûriyeyê yên li Lubnanê wek “xebatkarên erzan” bi taybetî di karên avakirin û çandinî hatin şixûlandin û gelek caran jî bi darê zorê ji Lubnanê hatin derxistin. Ew ên ku man jî gelek ji wan li rastî nijadperestiyê û cudakariyê hatin.
Îro derdora 450 hezar penahendeyên ji Sûriyeyê li Ûrdûnê ne. Ji 8ê Kanûna 2024ê heta niha jî derdora 150 hezar vegeriyane. Li vê derê jî penahende dudil in. Ji ber ku heman şert û mercên zehmet bo vegera wan jî dibin asteng.
Li gorî hiqûqa navnetewî ya penaberan li her sê welatan jî vegera penahendeyan divê bi dil be lê li her sêyan jî mînakên derxistina wan a bi darê zorê hene. Di warê guherîna siyaseta wan a girêdayî penahendeyan bi awayekî girêdayî fonên derveyî ne. Ango, bi qutbûna alîkariya USAIDê ku ji Emrîkayê dihat, faktora herî girîng bû ji ber ku xizmetên bo wan dihatin pêşkêşkirin ji nişka ve rawestiyan. Bi hezaran kes ku ev xizmet pêşkêş dikirin ji şolên xwe hatin derxistin. Ji ber vê yekê jî polîtîkayên ku wek “pêngavên însanî” tên nîşandan, bi piranî bi rêya çavkaniyên derve û li gorî berjevendiyên dewletan û desthilatdaran tê amadekirin û birêvebirin.
Polîtîkayên avê û krîza avhewayê
Diyardeyên koçberî û jicîhûwarkirinê yên li Rojhilata Navîn di dirêjahiya dîrokê de bi şer, pevguhertin û ji nû ve xêzkirina sînoran ve pêş ketine. Niha jî bi van diyardeyên dîrokî de, krîza av û avhewayê weke diyarkereke nû derdikeve pêş. Bi taybetî polîtîkayên avê, hişkesalî û nîqaşên li ser şerê avê yên ji bo herêma Firat-Dicleyê, bandoreke çawa li dînamîkên koçberiyê dike? Li gorî we krîza avhewa û avê, têkiliyekî çawa bi pêvajoyên endezyariya demografîk û jicîhûwarkirina bi darê zorê ya li herêmê re heye?
Rast e. Ji bilî şer û dagirkeriyê, krîza avhewa û avê, ku ev jî bi destê mirovahiyê derdikeve, wek sedemeke bingehîn a jicîhûwarkirina bi darê zorê ye. Li gorî raporeke UNHCRê ya 2022yê, ji %70ê kesên bi darê zorê ji cih û warê xwe bûne ji welatên herî zêde zirar ji krîza avhewa û avê dîtine tên, wek Afxanistan, Sûriye, Yemen û Kongo. Hevpariyeke berbiçav a wan welatan heye: Li wan welatan û gelek welatên din Rojhilana Navîn û Efrîqayê bi dehan salan şer hebû, sîstema çandinî, xizmetguzarî, aborî û siyasî hilweşiya yan jî zirareke gelek mezin dît, welatiyên wan mecbûr man di nav herêmê de yan jî ber bi herêmên di ve cihê xwe terikandin. Di rewşeke wisa de ahenga ekolojiyê ji holê radibe. Ev jî şerê desthilatdariyê û kontrolkirina çavkaniyên heyî yên ku her roj kêmtir dibin bi xwe re tîne. Şerê Îsraîlê ya li dijî welatên li Rojhilata Navîn, polîtîkayên Tirkiyeyê yên qutkirina ava Dicle û Feratê bi ser Sûriye/Rojavayê û Iraqê/Başûrê Kurdistanê, şer û nakokiyên di navbera Misir û Etiyopyayê yên li ser Bendava Ronesansê ku bi ava Nîlê hat avakirin nîşaneyên vê yekê ne. Cihê ku lê av kêm dibe û hişkesalî zêde dibe însan nikare bijî ji ber ku çandinî nabe, peydakirina zadê buhatir û sîstema ekolojiyê xirab dibe. Ji ber vê yekê, ger rêûrêbazên alternatîf neyên peydakirin û hevkariyên mehelî, herêmî û navnetewî yên parvekirina avê û çavkaniyên bin erd û ser erd neyên bipêşxistin şerên dijwartir dê bên dîtin. Dibe guherîna sînoran encameke van şeran be bes xuya ye ku dê bi vê sînordar nebe.
“Ger tu nikarî bi sirgûnê, kuştînê û şiddetê tune bikî, dibe ku nifûsa vê derê biguherîne”
Di vê çarçoveyê de herî dawî plana ku Prof. Îlber Ortaylî ya ji bo bicihkirina cotkarên Ûygûr û ajaldarên Kirgiz li gundên valakirî yên li herêma Firat-Dicleyê, bi taybetî ji bo erdnîgariya Kurdistanê, weke berhema nêrîneke kolonyal hate nîqaşkirin û bû sedema bertekên tund ên Kurdan. Hûn vê planê çawa dinirxînin? Projeyên endazyariya demografîk ên ku ji ber krîza av û avhewayê hatine destpêkirin, pêvajoyên koçberî û jicîhûwarkirinê çawa kûr dikin?
Gotinên wî mîrata siyaseteke piralî û dîrokî ye ku. Behsa gundên ku hatine valakirin dike lê sebebên valakirina van gundan nabêje. Behsa herêma Kurdan, Ermenan, Suryanan, Kildanan û Ereban dike lê navên wan gelan tê de derbas nabin. Behsa çandiniyê û ajalvaniyê dike, ma gelên vê herêmê çandinî û ajalvanî nedizanîn heta cotkar û ajalvanên li herêma Ûygûr û Kirgizîstanê bên û nîşanî me bidin ka çi çawa tê kirin?
Ma dîrokzanek wekî Ortaylî nizane çi bi serê vê herêmê hatiye? Kîjan civak li ku jiyaye, bi çi mijûl bûye, bi kê re çawa danûstandin kiriye, mêjûyek û çandek çawa ava kiriya, jiyana xwe çawa domandiye û hwd. Wan meseleyan baş dizane lê di heman axaftina xwe de ji xwe niyeta xwe baş aşkere dike. Ji ber nasnameya etnîkî, Ûygûr û Kirgizan wek “xwîşk û bira” dibîne lê xûya ye ku welatê me hê jî bi çavekî dijminane û kolonyalîzmeke bêdawî dinirxîne. Ew jî dizane ew û kesên ku behs dike û pesnên wan dide ne xwediyê vê axê ne. Wextekê Lazên ji Trabzonê û Kirgiz înandin û li Wanê bi cih kirin û hê jî li Wanê ne.
Bi kurtasî gotinên Ortaylî vê yekê careke dî nîşanî me dide: Ger tu nikarî bi sirgûnê, kuştînê û şiddetê tune bikî jî, ji bo bişavtina çand û zimanê kurdan, ermenan, siryanan, kildanan û ereban û zeyîfkirina têkiliya wan a bi avê, axê, çandiniyê û bi giştî awayên jiyana bi hezaran salan ku li ser van ava dibe nifûsa vê derê biguherîne.
Îro hejmareke gelek mezin a Kurdan an li gund û bajarên xwe najîn û derbasî navçe û bajarên din ên li Bakurê Kurdistanê bûne yan jî derbasî bajarên Tirkiyeyê bûne. Gelek ji wan êdî nikarin bi kurdî biaxivin. Ermenên li Amed û Mêrdînê bûn sed sal berê bi zorê xwe gihandin Şamê û Helebê. Navê Siryanên ku sed sal berê û di salên 90î de li gund û warên wan hatin jêbirin wek metayeke kapîtalîzmê li bazarên Mêrdînê tê firotin. Îro kesek behsa rabirdûya Siryanan nizane lê herkesî ku rêka wan dikeve Mêrdîna kevn şeraba Siryanan vedixwe û kadeya wan dixwe, li ber dêrên wan teswîran digire lê kêm kes dipirsin ka çi bi serê wan de hat û çima îro bi hezaran Siryan ne li cih û warê xwe ne.
Ev pêvajoyên dîrokî ku tesîra wan heya îro berdewam e nîşan dide ku gotinên Ortaylî derbirîna daxwazeke derûnî ye jî. Ango dixwaze ev îmtiyazên ku civaka wî heta niha di destê xwe de girtiye berdewam bikin. Wek min got, ew ji me gelekan zêdetir û baştir dizane ka çi bi serê kê ve hat lê hê jî xwe dispêre epîstemolojiya nezanînê. Yanî bi zanebûn qîmeta rastiyê tîne xwarê yan jî vê rastiyê paşguh dike da ku sîstema epîstemolojiya heyî xwe berdewam bike û da ku ev jî, wek endamekî vê civaka ku xwe li ser înkarê û epîstemolojiya nezanînê ava kiriye, xwe baş, têra xwe netewperwer û bi îmtiyaz hîs bike.
“Koçber, penaber û penahende weke dıjmin tên dîtin”
Piştî van hemû geşedanan, bêguman ev pirs derdikeve pêş: Dema ku em bandorên demdirêj ên pêlên koçberiya bi darê zorê li Rojhilata Navîn dinirxînin, modelên çareseriya domdar û avakirina aşitiyê hem ji bo civakên jicîhûwarkirî û hem jî ji bo civakên mêvandar dikarin çi bin? Li gorî we di vî warî de divê kîjan gavên polîtîk pêşî bên avêtin?
Ez bi rexneyekê dest pê bikim. Her çi qas peyva “mêvandar” di medya, siyaset û lîteraturê de gelek tê bikaranîn jî, bi ya min – wextekê min jî bi tesîra vê lîteraturê bi kar anî – ne rast e. Ma kîjan mêvandar, mêvandariya xwe di çadirên naylon de ku xizmetên bingehîn ên wekî av, xwarin, xebat, tendurîstî lê nîn in an jî di bejahiyan de dike? Kîjan mêvandar, ji ber ku mêvanên wan bi zimanekî din diaxivin, li parkan rûdinin, ji xwe re kar dikin aciz dibe? Îro li hemî welatan, koçber, penaber û penahende ji aliyê gelekan ve bi çavekî dijminahî tên dîtin. Li cihê ku penahendeyekî ji Sûriyeyê tê şevitandin, an tecawiz lê tê kirin, tê kuştin, heqê wî/wê tê xwarin, li rastî êrîşên girseyî ên hovane tên, dikanên wan tên şewitandin, malên wan tên talankirin, em nikarin behsa mêvandariyê bikin. Di meseleya koçberiyê de, bi taybetî ya koçberiya bi zorê de, bawer nakim em ê tu carî bikaribin behsa vê yekê bikin. Jixwe tu ji koçberan û penaberan bipirsî, kêmên wan dê bikaribin bêjin ew “wek mêvanan” hatin pêşwazîkirin. Lê her ku koçberî zêde û siyaseta rastgir û faşîzan xurttir dibe, ev hesta erênî jî bi demê re wenda dibe. Bi kurtasî pêşniyara min ev e ku em dest ji vê peyvê berdin û li şûna vê civaka nişecih bi kar bînin.
Xebatên heyî nîşan didin ku çareseriyeke domdar heta niha nehatiye dîtin. Yên heyî, bi taybetî li Rojhilata Navîn, demkî ne ji ber ku siyaset, ewlehî û aborî ne stabîl in. Ez mînaka Êzidiyan bidim. Ji piştî ku Êzidiyên li başûrê Kurdistanê û Kurd û Erebên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji cih û warên xwe bûn heta niha bi mîlyar dolar alîkariya însanî hat pêşkêşkirin ji bo ku xizmetên esasî temîn bikin, herêmê ewle bikin, aboriyê ji nû ve zindî bikin, mal û xaniyan ava bikin, alîkariya madî bo vegera wan bikin û hwd. Îro malbeteke Êzidî bixwaze vegere û tevahî xizmetê ku ez behs dikim bên dayîn jî tirsa fermaneke din hê jî bo sed hezaran kesan fikareke gelekî xurt e.
Di meseleya aştiyê de jî şert û mercên avakirina aştiyeke domdar li Rojhilata Navîn gelek qels in. Pirtûka mamoste Hamit Bozarslan a bi navê Rojhilata Navîn: Dîrokeke Şiddetê vê meseleyê bi gelek aliyan ve dinirxîne. Lazim e mirov bêhêvî nebe û têkoşîna xwe ya ji bo aştiya mayînde û piralî berdewam bike û hewl bide wan şert û mercên heyî ber bi başiyê ve biguherîne lê tabloyeke ne baş li pêş me ye. Bi xurtbûna dewleteke wek Îsraîlê û piştevaniya bêsînor a Emrîkayê ev her du dewlet dikarin îro tevahiya Rojhilata Navîn bêdeng bikin, ku rewşa îro vê nîşanî me dide, lê bi xurtbûna wan û tepisandina hêzên wek Hîzbûllah an jî Îranê aştî pêk nayê. Dibe ku hinek derfetên ku sed salan carekê dikevin destê hinek aliyan pêk werin lê hêzên serdest bi hemû îmkanên xwe hewl didin wan derfetan li gorî berjevendiyên xwe dîzayn bikin. Îro rewşa Dûrziyan li Sûriyeyê, rewşa bakur û başûrê Kurdistanê bi vî rengî ye. Hemî aliyên şer ên Sûriyeyê û Iraqê li bendê ne kurd li gel van û ji bo berjevendiyên wan êmin bin tev bigerin. Ango her kes dixwaze kurdan bi aliyekê ve bikêşe. Di şert û merceke wisa de aştiyeke mayînde zehmet e.
Lê heta niha hinek model bi pêş ketine. Wek mînak, Tunis, ku di nav welatên Ereban bi zirareke kêmtirîn pêvajoya “Bihara Ereban” dersbas kir, mînakeke berbiçav e. Karîn li ser hêmanên demokrasiyê li hev bikin. Her çi qas li Libnanê gelekî serkeftî nebe jî, modela demokrasiya konsosyonel (consociational democracy) modeleke pêşketî ye. Di vê modelê de mafên çandî û netewî yên komên kêmar tên qebûlkirin û mafê wan ê vetokirina biryaran dibe. Ango, ger biryarek ne bi dilê wan be, sebebên redkirina wan zelal be û bikaribin aliyên din îkna bikin ku ev biryar mafên wan binpê dike, vê demê komên kêmar, her çi qas we kêmar jî ben dîtin, xwedan heq in ku vê biryarê qebûl nekin û destûrê nedin ku ev biryar derbas be. Ji ber vê jî lazim e hêz û çavkanî bi her komî re bê parvekirin. Lê tesîra erênî ya vê modelê girêdayî gelek şert û mercan. Wek mînak, cudakarî û dijminahiya di navbera koman de çi qas dijwar be, îhtimala ku ev model kêrî were û çareseriyê pêk bîne kêmtir dibe.
Dîsa bi pêşketina modela xweseriya demokratîk li Rojavayê, em guherînên esasî yên cîvakî dibînin ku ji aliyê gelek lêkolîneran ve wek mînaka demokrasiya radîkal tê dîtin. Xweseriya demokratîk ku li ser esasê konfederalîzm û netewa demokratîk ava dibe hêzê dide komên civakî, etnîkî û dînî û bi rêya hêza ku di nav civakê de tê belawkirin, civakeke bihêz tê avakirin. Ango a ku belaw dibe hêz e lê a ku bihêz dibe civak e û têkilî û ferasetên civakî ne. Bi vî awayî sebebên dijminahiyên dîrokî yên di navbera koman de tê ferqkirin û veguherandin. Meseleyên ku aliyên serdest guh lê girtibûn bi niyeteke baş û piştevaniyeke îdeolojîk a pêşverû hatin nîqaşkirin. Civak, bi zehmetî be jî, bi rêya komîn û platforman mecbûr ma bi van pirsgirêkan re rû bi rû bimîne û îradeya veguherînê bi pêş bixe. Ev yek tesîreke mezin li rizgariya zimanan, çandan, nasnameyan kir. Helbet di warê pratîkê de hinek pirsgirêk hê jî berdewam in. Wek mînak hê jî hinek kurd û ereb bi çavekî xirab li hev dinêrin, hê jî pirsgirêka vegera hinek tirkmenan bo mal û warên xwe berdewam e, hê jî piraniya kurdên ku xwe li Başûrê Kurdistanê girtine naxwazin vegerin. Lazim e kêmasiyên vê modelê, zehmetiyên di pratîkkirina vê de û faktorên sêyemîn em bibînin.
Di meseleya gavên polîtîk de jî ez dikarim vê bêjim. Bûyerên ku di 10-15 salên axirî de em dibînin ku beramberî hemî berxwedanên li cihên cuda yên cîhanê bo jiyaneke baştir, azadtir, wekhevtir û adiltir, hêza otorîterîzmê xurttir dibe û qada demokrasiyê tengtir dibe. Bi taybetî piştî COVIDê û tesîrên vê yên li ser aboriyê, şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de û tesîrên vê yên li ser siyaseta naxweyî û navnetewî ya ku xurtkirina arteşê û ewlehiyê wek hedefa yekem ji xwe re dibîne, guherîna polîtîkayên alîkariya însanî û helwesta li hember penahende, penaber û koçberan û niyeta şandina wan bo welatên wan an jî welatê sêyemîn, wek plana Brîtanyayê ya şandina wan ber bi Rwandayê ve, encamên vê yekê ne. Bi pêşveçûna AIyê û bikaranîna vê ya di sîstemên kontrol û şopandinê de jî siyaseta rastgir xurttir dike.
Welhasil, bi giştî wisa xuya ye ku hêza civakî, li beramberî hêza dewletê û otorîteya wê û sermayedarên mezin ên ku alîkar û dostên wan dewletan in, kêmtir dibe. Îndeksên demokrasiyê, azadiyê û mafên mirovan vê yekê bi awayekî zelal nîşan didin. Rast e em hê jî dibînin ku li Fransayê endamên sendîkayan û li Nepalê nifşa Z li ber xwe didin û ew berxwedan misqalek be jî hêviyê dide me lê bi giştî bawerî û îmkanên guherîna sîstemê giştî ber bi demokrasî, azadî û wekheviyê derbên mezin dixwe. Mixabin bo hêvîdarbûnê me sebebên gelekî xûrt nîn in. Ji ber vê yekê em dikarin gavên gelekî xurt deynin pêşiya xwe da ku siyaset van gavan pêk bîne lê niyeta siyaset û hegemonyayên biçûk û yên mezin nîn e.
(DD/AY)




.jpg)

.jpg)
