Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dr. Şeyhmûs Gokalp, endamê Lijneya Bilind a Rûmetê yê Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) îro hatiye dadgehkirin û heyeta dadgehê biryara tehliyeyê ji bo wî daye.
Dr. Şeyhmûs Gokalpê kuji 23yê Çiriya Paşiyê ya 2020an û vir ve li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê girtiye, li 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro derketiye pêşberî heyeta dadgehê.
Dozgeriya ku derbarê Gokalpî de îdianameyeke ji 55 rûpelan pêk hatiye nivîsandiye di 54 rûpelan de îdia kiriye ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) “rêxistineke dijsayayî ye”. Dozgeriyê dixwest ku Gokalp heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianameya navborî qebûl kiribû.
Gokalp û parêzerên wî Ziynet Ozçelik, Bariş Yavûz û Kerem Altiparmak beşdarî dadgehkirinê bûne.
Her weha Şebnem Korur Fincanci, Seroka Desteya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB), endamên desteyê, endamên Lijneya Bilind a Rûmetê, Sinan Adiyaman, Serokê berê yê Desteya Navendî ya TTByê, Onur Hamzaoglu, Hevseroka berê yê KCDyê û edîtorê Kovara Civak û Doktor, Ali İhsan Okten, Serokê Duyem ê TTByê, Mehmet Bozgeyîk, Hevserokê Giştî yê KESKê, Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya SESê, Necdet Îpekyuz, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê jî di nav de heyeta dadgehê hiştiye bi tenê 18 kes dadgehkirinê bişopînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê serokên odeyên doktoran ên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mûgla, Eskîşehîr, Wan, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Riha û Mêrsînê û nûnerên saziyên sivîl ên li Amedê li korîdora edliyeyê sekinîne.
Piştî kurteya îdianameyê hatiye xwendin, Gokalp axiviye û dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê jî Gokalp tehliye bûye. (AS/FD)