Her çiqas tenduristî ango nexweşî tenê weke mijareke bijîşkiyê bê nîşandan jî, lêbelê bûye mijareke zanistên civakî jî û rast e rast têkileyeke xurt a nexweşiyê bi şert û mêrcên civakî re heye. Ji ber ku tenduristî ango nexweşî ne diyardeyeke wisa ye ku tenê bi pêvajoyên biyolojîkî werin ravekirin.
Hemû sîstemên tenduristiyê di çarçoveya pêvajoyên xwe yên dîrokî û şert û mercên civakî de derdikevin holê. Tenduristi diyardeyeke ku pêvajoyên laşî, psîkolojîk û civakî yên bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, tenduristî ango nexweşî nikare ji civakê cuda were hesibandin an nirxandin.

Nexweşiya penceşêrê, sedem û çareseriyên wê
Têkildarî nexweş, nexweşî, sedemên nexweşiyê yên civakî û rola bijîşkan Dr. Halîs Yerlîkaya pirsên bianet kurdiyê bersivand.
"Sîhet başbûna sîyasî ye û şexsî nîne, kollektîf e"
Sihet-tenduristî çî ye?
Li gor Organîzasyona Tendurustîyê ya Dinyayê(WHO)” sîhet tenê seqet/astengdarnebûyîn ango nexweşnebûyîn nîne, lê başbûyînek fîzîkî, ruhî û civakî ya tam û temam e”. Bes ji bo perspektîfa me ev pênase kêm e loma em vana lê zêde dikin: Sîhet başbûna sîyasî ye û şexsî nîne,kollektîf e.
- Sîhet bi rewşek ku şer na aşîtî heye û gel û civak xwedî ava paqij, mal û xurekê ne.
- Li cîhê ku şer, feqîrî, newekhevîya zayendî û talana xwezayê hebe sîhet jî nîne.
- Ji lewre jî sîhet, ew tişta şexsî ya ku kapîtalîzm behs dike nîne, mafek civakî ye.
"Sîhet bi edaleta civakî, azadî û aşîtîyê pêk tê"
Mirovê/a bi sîhet kî ye û çawa ye?
- Kesê/bi sîhet tenê ew kesê/a ku parametreyên wê/î yên bîyolojîk temam in nîne. Mirovê/a bi tendurust kirde-sûbjeyek polîtîk e.
- Yanî xwedî heqê dîyarkirina siberoja xwe ye. Ked û jîyana wî/ê mîsogerkirî ye, xwedîya/ê jîyanek wekhev e. Sîhet bi edaleta civakî, azadî û aşîtîyê pêk tê.
Loma jî mirovê/ bi sîhet bi maf û azadî û garantîyên kollektîf serwer û pêkhatî ye.
"Zarok, koçber û hemî komên bi dezavantaj pirtir nexweş dikevin"
Nexweş kî ye, çima nexweş e?
Nexweş tenê ew kesa/ê ku ji hêla bîyolojîk da xirabbûnek dijî nîne. Wek barkêşa/ê newekhevîyên civakî ye jî.
- Di civakên bindest da mirov ji bo ku di rewşên giran û bêewle da tên şuxulandin nexweş dikevin. Xizan ji bo ku ne xwedîyên mafê lazimîyên jîyanê ne nexweş dikevin.
- Jin,zarok, koçber û hemî komên bi dezavantaj pirtir nexweş dikevin. Nexweş berdêla kedxwarî û bêdadîya kapîtalîzmê bi bedena xwe dide û êşa wî dikşîne.
Kapitalizm yekane sedema nexweşîyê ye
Nexweşî çî ye, çawa çêdibe?
Nexweşî tenê xirabûna şane û lebatan nîne. Li gor perspektîfa me nexweşî,resmê xerabbûna civakî ya di warê bîyolojîk de ye. Qirêjkirina avhewayê, zilma li ser kedkaran û newekhevîya zayendî ye sebeba nexweşîyan. Kapitalizm bi talankirina xweza û kedê ne yek ji sedemên nexweşîyê ye, lê yekane sedema nexweşîyê ye.
"Zêdebûna nexweşxanan, zêdebûna sîhetê nîne"
Nexweşxane çî ye û çima ewqas pir bûn?
Nexweşxane meskenê tibba modern-nûjen a sazûmankirî ye. Lê bi polîtîkayên neolîberal ligel tedawîyê, bûye meskenê rantxurîyê jî. Xizmetên tendurustîyê yên ewilîn hatine bi paş ve xistin û “hekîmtîya parêzvan”hatiye qelskirin. Xizmetên tedawîker û bi malîyet hatine bipêşxistin. Modela nexweşxanên bajêr yek ji mînakên mezin a bazirganîkirin a pergela tendurustîyê ye. Zêdebûna nexweşxanan, zêdebûna sîhetê nîne, lê zêdebûna nexweşxistinê û têkçûna pergala tendurustîyê ya parêzvan e.
"Bijîşk tenê xwedî rolek klînîk nîne, xwedî rolek polîtîk e jî"
Bijîjk kî ye û çima ewqas girîng û xwedî rolek stratejîk e?
Doxtor tenê hilberîner û pêkanînerê/a zanista tibbê nîne, lê parêzvana/ê mafê tendurustîyê ye jî. Di pergala kapîtalîst de bijîjk di navbeyna nexweş û pîyasê de tê eciqandin. Lê bijîjkî xwedîyê berbirsîyarîya civakî ye.
Bijîjk ew aktor e ku teşhîsa newekhevîyên civakî datîne û şanî dide ku sîstema şer û feqîrî çawa dibe sedema nexweşîyan û nexweş dixe. Loma jî doxtor tenê xwedî rolek klînîk nîne, lê xwedî rolek polîtîk e jî û ji ber zanyarîya xwe, hevalbenda/ê jîyan û kedê ye.
Her wiha ne tenê ew kesa/ê xwedî dîplomaya tibbê ye. Na. Ew li hember tevî pergala nexweşker têdikoşe û encax dema têbikoşe dibe hekîm. Loma jî her doxtor nabe û nikare bibe hekîm.
"Kanser tenê nexweşîyek bîyolojîk nîne"
Onkolog kî ye û çima her diçe rola wî/ê stratejîktir dibe?
Di roja me da onkolojî, qadek ji qadên herî krîtîk e. Kanser tenê nexweşîyek bîyolojîk nîne, ligel vê qirîza tendurustîyê ya kapîtalîzmê ye.
Qirêjîya hawîrdor, polîtîkayên endûstrîya xurakên toksîk, berjewendîyên endûstrîya alkol û tûtinê, îhmalê li hember sîheta karkeran û hwd. hemû sebebên vê yekê ne. Onkolog ne tenê pîlançêkerê/a tedawîya kanserê ye, di heman wextê de rasterast muxetabê/a trostên dermanan, şîrketên bîyoteknolojîyê û polîtîkayên tendurustîyê ye jî.
Zêdebûna kanserê rola onkologan ne tenê ji hêla klînîk va, lê ji hêla polîtîk û civakî va jî dike stratejîk.
Wek encam; tendurustî maf û rewşek kolektîf û civakî ye. Nexweşî resmê bêedaletîyên kapîtalîzmê yêp di qada bîyolojîyê de ye. Doxtor û bi taybetî jî onkolog ne tenê tedawîker e, lê ji bo xweza, ked û aşîtîyê aktorek tekoşer e jî.
(MR/AY)







