Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) de ku Serdozgeriya Komarî a Amedê birêve dibe, Dr. Şeyhmus Gokalp, Endamê Lijneya Rûmetê yê Yekitiya Doktorên Tirkan(TTB) jî di nav de 5 kes bi sûcê “endamtiya rêxistinê” hatine girtin.
Navên kesên ku hatine girtin weha ne:
Dr. Şeyhmus Gokalp, Yilmaz Kan, Haknas Sadik, Diyaddîn Noyan û Îrfan Kangal.
TTB: Parastina nirxên doktoriya baş nesûce
TTByê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşan daye û weha gotiye, “Dr. Şeyhmus Gokalp, Endamê Lijneya Rûmetê yê TTByê hatiye girtin. Parastina nirxên doktoriya baş nesûce.”
45 kes sewqî edliyê kirine
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCDê de roja înîyê 72 kes hatibûn desteserkirin ji wan 45 kes di saetên nîvroyê de sewqî edlîyê kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji 45 kesên ku sewqî edliyeyê kirine 13 kes şandine. Ji kesên sewqî dadgehê hatine kirin Yilmaz Kan, Haknas Sadak, Diyaîddîn Noyan, Îrfan Kangal û Dr. Şeyhmûs Gokalp sûcê "endamtiya rêxistinê" hatine girtin û 40 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatine berdan.(EKN/AY)