Fotograf: Hesabê medyaya civakî yê derhênerî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Doz li derhêner B.K. û model E.C.yê vebûye ku li Mizgefta Kocatepeyê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê fotograf girtine û paşê jî weşandine. B.K. û E.C. ji ber vê mijarê hatibûn desteserkirin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi tohmeta ku “nirxên olî yên beşeke gel pejirandiye bi rengekî aşkere biçûk xistine”, xwestiye her yek ji wan bi sal û 6 mehan bên cezakirin.
Serdozgeriyê di îdianameyê de gotiye; “E.C.yê di nava mizgeftê de li cihên cuda yên mizgeftê, nexş dane paş xwe û nirxên olî bikar anîne, li ser gûmanbarê kum, tizbî û kelûpelên olî hatine dîtin, di dema girtina fotografên navborî de, laşê gûmanbarê (zik û çîpên wê) vekirî bûn û ev jî ne li gorî nirxên esasî yên ola Îslamê û rêzikên serpoşê yên mizgeftê ne.”
Serdozgeriyê diyar kiriye ku B.K. û E.C.yê ji bo girtina fotografan destûr ji Miftîtiya Enqereyê û Serokatiay Karûbarên Olî nestendiye û ev kar û bar “nakeve bin sîwana azadiya xweîfadekirinê.”
Çi bûbû?
Modela bi navê E. C. Û derhêner B. K. ji ber fotoğraf li Mizgefta Kocatepeyê ya Enqereyê girtine û li ser hesabên medyaya civakî weşandine, hatibûn desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ragihandibû ku ji ber vî karî, lêpirsîna her du kesan hatiye kirin û ew her du hatine desteserkirin.
Serdozgeriyê di daxuyaniyeka xwe ya nivîskî de diyar kiribû ku “Derhênerê bi navê B. K. tevî jinekê li Mizgefta Kocatepeyê ya Enqereyê dîmen girtine û li ser medyaya civakî weşandine. Ji ber ‘bi rengekî aşkere sivkayî li wan nirxên olî kirine ku beşeke gel ew pejirandine’ ji ber xwe lêpirsîna wan hatiye kirin ku ev jî li gorî xala 216/3yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan hatiye kirin.”
Serdozgeriyê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kiribû ku piştî diyar bûye ew kes li Enqereyê niştecih in. Ew hatine desteserkirin, dest danîne li ser delîlên sûcan û li gorî xala 134an a CMKyê, biryara lêkolîna kelûpelên wan ên dijîtal hatiye dayîn.”
Walîtiya Enqereyê jî lêpirsina fermî û rêvebirî dabû destpêkirin. (RT/FD)