Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê bi sedema ku di daxuyaniya xwe ya 4ê Çiriya Paşiya 2019an de heqaret li endamên Desteya Hilbijartina Bilind(YSK) kiriye tê darizandin. Dozgeriyê di dozê de nêrîna xwe aşkere kiriye.
Dozgerî xwestiye ku Îmamoglû bi 4 sal û mehek cezayê girtîgehê were cezakirin.
Danişîn li 7emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Anadolûyê pêk hatiye û Kemal Polat, Parêzerê Ekrem Îmamoglû tevlî danişînê bûye.
Di danişînê de dadwerê dadgehê gotiye, daxwaza parêzerê Îmamoglûyî ya guhertina dadwer ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê ve nehatiye qebûlkirin.
Di danîşînê de dozger nêrîna xwe aşkere kiriye û xwestiye ku bi tohmeta ku Îmamoglûyî “li ser hev heqaret li karmendên dewletê kiriye” heta 4 sal û mehek bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Dadgehê ji bo parêzerê Îmamoglûyî li dijî nêrîna dozger parastina xwe bike dem daye û danişîn taloq kiriye.
(HA/AY)