Ji bo nûçeya tirki (1) (2) / ingilîzî bitikînin
Serdozgerîya Komarê ya Kiriklarelîyê eşkere kiriye ku li ser bûyera kuîştina Emine Bulutê îdianame hatiye amadekirin. Dozgerîyê eşkere kiri ku îdianme bi sûcê "bi hestên hovane kuştina mirovan" hatiye amadekirin û cezayê mûebeda zehmetkirî tê xwestin..
Mêrê berê yê Emine Bulutê ew kuştiye. Ji beriya ku Bulut bimire wê gotiye “ez naxwazim bimirim.” Saziyên sivîl bi van gotinên Bulutê nerazîbûna xwe ya li ser kuştina jinan diyar dikin.
Fedai Baran
Fedai Baranî jina xwe ya berê li ber çavên keça xwe kuştiye. Emine Bulut piştî birîndar bûyî li nexweşxaneyê miriye.
Baranî di îfadeya xwe de gotiye ew li ser velayeta zarokan diaxivîn ew gelekê aciz bûye û li ser vê yekê kêr li Emine Bulutê daye.
Piştî bûyerê vîdeoya kuştina Bulutê hatiye weşandin. Di vîdeoyê de wê gotiye “ez naxwazim bimirim” keça wê jî jê re gotiye “dayê nemire.”
Piştî bûyerê saziyên civakî û rêxistinan dengê qêrîna Emine Bulutê belav kir.
Li medyaya civakî peyama “naxwazim bimirim” ya Bulutê hat weşandin.
Piştî ku nûçe li gelek saziyên medyayê hatî weşandin, hat îdiakirin ku hin medya ne li gor pîvanên rojnamegerîyê weşanê dikin. Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ji rojnamegeran xwest, rojnameger bi etîka rojnamegerîyê nûçeyan çêbikin.
Mêran di sala 2018ê de 255 jin kuştine
Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2018ê de ya kêm 255 jin û 20 zarok kuştine. Ji 20 zarokan sê hêj bebik bûne.
Herweha mêran 39 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine.
Mêran tecawiz li 61 jinan kiriye; tacizli 188 jinan kiriye; îstismara cinsî li 347 zarokên keç kiriye, ya kêm 380 jin birîndar kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 516 jinan daye kirin.
Mêran di pênc salên dawiyê de 137 jin kuştine, 2075 jin birîndar kirine.
Ji bilî van bûyerên kuştinê. 10 kesên failên bûyerên kuştinê di vê salê de hatine tespîtkirin. Antalya (1), Amed ( 2), Elezîz (1), Stenbol (1), İzmir (2), Mêrsîn (2), Sinop (1)
Di sala 2018ê de failên deh bûyerên kuştina jinan nehatine tespîtkirin.
Antalya (1), Stenbol (2), İzmir (3), Kilis (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mêrdîn (1)
40 termên jinan hatiye dîtin ku guman heye hatibin kuştin. Yek ji wan jinên mirî trans bûye.
Edene (3), Agirî (1), Enqere (2), Antalya (1), Bursa (3), Amed (1), Hatay (2), Stenbol (5), İzmir (5), Karaman (1), Manisa (1), Mêrsîn (2), Muğla (2), Samsun (1), Tekirdağ (4), Rûha (3), Wan (2), Zonguldak (1).
Mêran hewil dane 18 jinan bikujin. Hewreha mêran hewil dane 16 jinan jî birevînin. Dema mêran xwestine hin jinan birevînin zarokên wan jî li nik wan bûne.
Sala 2019ê:
Mêran di meha Hezîranê de 34 jin kuştine
Mêran di meha Gulanê de 27 jin kuştine
Mêran di meha Nîsanê de 31 jin kuştine
Mêran di meha Adarê de 22 jin kuştine
Mêran di Sibatê de 23 jin kuştine
Mêran di Kanûna Paşiyê de 23 jin kuştine
(EMK/MB)