Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê(DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê(MA) Dîcle Muftuoglû di 29ê Nîsanê de hatibû desteserkirin û di 3ê Gulanê de jî biryara girtina wê hat dayîn. Derbarê Muftuoglûyê de îddianame hat amadekirin.
Serdozgeriyê Mûftûoglû jî weke Sedat Yilmaz ku bi hev re hatibûn girtin bi 'endamtiya rêxistinê (TCK 314/1)' û 'avakirin an rêvebirina rêxistina terorê ya çekdar (TCK 314/2)' tohmetbar kir.
Serdozgeriyê di 41 rûpelên îdianameyê de ku ji 43 rûpelan pêk tê, cih daye xebata û taybetmendiyên PKK û KCKê û her weha cih daye îfadeyên şahidên nepen û eşkere yên têkildarî van xebatan.
Di nava şahidan de navên Kerem Gokalp, Samî Baran û Ulaş ên di girtina HDPê û doza Kobanî de cih girtine jî hene.
Her wiha dozgeriyê di îdianameyê de cih daye îfadeya şahidê nepen yê bi navê "K8Ç4B3L1T5". Şahidê navborî derbarê 10 xebatkar û nûçegihanên MA, JÎNNEWS û Yenî Yaşamê de jî îfade dabû ku li Enqereyê hatibûn desteserkirin.
Di îdianameyê de hevdîtinên Muftuoglûyê yên bi rêya telefonê yên bi rojnamevanan re, çûna wê ya derveyî welêt û gelek tiştên razber wekî sûc hatine hesibandin.
Her weha Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê di îddianameyê de ji bo ku Muftuoglû bi hevpîşeyên xwe Sedat Yilmaz, Ozgur Paksoy û Mehmet Alî Ertaş re axiviye ew tohmetbar kirî û axavtin weke “çalakiyên rêxistinî” nirxandiye.
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi van îdiayan ceza li Muftuoglûyê bê birîn.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek dabû destpêkirin û di encamê de li 15 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn. 19 kes hatibûn desteserkirin ku Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nava wan de bûn. Di 2yê Gulanê de kesên desteserkirî biribûn edliyeyê û dozgeriyê daxwaza girtina 15 kesan kiribû û xwestibû 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Dadweriya Aştî û Cezayî ya Nobedar a Enqereyê biryara girtina rojnameger Sedat Yilmaz, Dîcle Muftuoglû û Erol Balci, Abdûrrahîm Tanyelî û Ramazan Debeyî dabû.
Hevjîna Sedat Yilmazî Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsmaîl Adanmış, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Li gorî biryara dadweriyê wê ev kes biçin îmzeyê bidin û nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
(HA/AY)