Fotograf: dpa
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarî a Stenbolê derbarê Denîz Yucel, Nûnerê Tirkiyeyê yê berê yê rojnameya Dîe Weltê de îddanameyekî nû amade kiriye.
Doza ku “heqaret li serokomar kiriye” ya li rojnameger Denîz Yucelî hatiye vekirin û dosyeya ku rojnamegerî bi tohmeta ku “dewlet piçûk xistiye” tê de tê dadgehkirin, biyekkirine.
Di 6ê Çiriya Paşiya 2016an de di pêveka bi navê Welt am Sonntag ya Die Weltê de nivîsek bi ser nava Darbekar(Der Putschist) hatiye weşandin. Yucel bi wê yekê tê sûcdarkirin ku wî ew sernava ji bo Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê wê deme nivîsandiye.
Dozgeriyê ji ber nivîs û manşeta nûçeyê xwestiye Yucel bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî kiriye” were cezakirin.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” 27ê Sibata 2017ê biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten edîtorê malpera Dikenê, Omer Çelîk edîtorê Ajansa Nûçeyan ê Dîcleyê (DİHA), Mahîr Kanat Berpirsê Îdarî yê Rojnameya Bîrgunê jî hatine girtin. Metîn Yoksû nûçegihnê DİHAyê, Eray Saygın Midûrî Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolcûlûkê û Derya Ocaktan Midûra Berpirs a ETHAyê jî di heman çarçoveyê de hatibûn girtin. Îdianame ji bo rojnamegeran hatibû amadekirin, lê navê Yucelî di navê de derbas nebibû.
Çelîk di danişîna yekê de, Kanaat û Öğreten jî di ya duyem de hatibûn berdan.
Heta roja ku Yucel hatibû berdan jî îdianame ji bo wî nehatibû amadekirin.
(HA/AY)