Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî a Wanê derbarê pênc parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêpirsîn daye destpêkirin.
Ji ber axavtina Bedran Ozturk, Parlamenterê Agiriyê yê HDPê ya ku di 8ê Kanûna Paşiyê li Wanê di daxuyaniya çapemeniyê de kiribû dozgeriyê lêpirsîn lê vekiriye. Her weha ji ber parvekirinên wan yên li ser hesabên medya civakî dozgeriyê lêpirsîn derbarê Sezaî Temellî, Mûazzez Orhan İşik, Tayîp Temel û Mûrat sarisaç, Parlamenterên HDPê de daye destpêkirin.
Parlamenter bi tohmetên ku “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyê û sazî û dezgehên dewletê piçûk xistine” û “dijminahî û kîn û nefretê di nava gel de belav kirine” tên sûcdarkirin.
Serdozgeriyê dosyeyên derbarê parlamenteran de bi biraya “bêpeywirî” şandiye Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Parlamenteran ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê.
Derbarê 9 parlamenteran de jî fezleke hatibû amadekirin
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di 19ê Sibata 2021an de ji bo parêzbendiya wan were betalkirin derbarê Pervîn Buldan, Heseroka Giştî a HDPê û 8 parlamenteran de fezleke amadekiribû.
Kesên ku fezleke derbarê wan de hatibû amadekirin ev in:
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a HDPê û Parlamentera Stenbolê, Meral Daniş Beştaş û Hakki Sarûhan Olûç, wekîlên serok yên komê, Garo Paylan, Parlamenterê Amedê, Huda Kaya, Parlamentera Stenbolê, Sezaî Temellî, parlamentere Wanê, Pero Dundar, Parlamentera Mêrdînê, Fatma Kurtalan, Parlamentera Mersînê û Serpîl Kemalbay, Parlamentera Îzmîrê. (EKN/AY)