Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Dadgeha Enqereyê, ji bo lêpirsîna di heqê FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) de biryara desteserkirina 79 xebatkarên şaredariyên Enqereyê da.
60 ji wan xebatkarên daxwaza desteserkirina wan hatiye kirin xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ne, 19 ji xebatkaran jî ji bo şaredariyên navçeyên Enqereyê kar dikin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê tespît kiriye ku wan xebatkaran “ByLock*” bi kar anîye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê 53 ji xebatkaran di karê xwe yê di şaredariyan de bûn, 23 ji wan ji beriya biryara desteserkirinê ji karê wan hatine avêtin.
Bylock | |
Sepaneka peywendîdanê ye ku di dema Hewildana Derbekirinê de eşkere bû ku endamên FETO(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) bi wê sepanê bi hev re peywendî didanîn. |
(HK/MB)