Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgeriya Stenbolê li ser beşdarên Meşa Rûmetê ya LGBTIyan lêpirsîn dabû dest pê kirin. Dozgeriyê piştî temamkirin alêpirsînê doz li şeş beşdarên meşê vekiriye.
Li gor nûçeya Yildiz Tarê ya li malpera Kaos GLyê beşdarên meşê bi sûcên “dijayetiya li qanûna mafê meş û xwenîşandanan ya 2911ê” û “çêkirina metirsîya ji bo trafîkê” têne sûcdarkirin.
Bixwîne - Ji bo Hefteya Rûmetê ya 26. du daxuyanî hatin dayin
Rûniştina dozê dê 18ê Nîsanê li Dadgeha Cezayên Esliyeyê be.
Li ser bûyera ku sê kes li Îstiklalê hatibûn desteserkirin jî di lêpirsînnameyê de hatiye nivîsîn. Wan kesan bi tevgerên ne di rê de kesên derdorê aciz kirine li ser wê yekê hatine girtin.
Qedexe
Walîtîya Stenbolê sala 2018ê îlan kiribû ku ew destûrê ji bo Meşa Rûmetê nade.
Polîsan kolana Îstiklalê girtibû, li ser wê yekê xwenîşanderan li kolana Mîsê daxuyaniyek xwendibû.
(EMK/MB)
Nûçeyên têkildar:
Li Pakistanê yekem Meşa Rûmetê ya Transan çêbûye
Lêpirsîn li xwendekarên ku ala keskesorê hilgirtine hatiye vekirin
Ji bo Hefteya Rûmetê ya 26. du daxuyanî hatin dayin
Programa Hefteya Rûmetê ya Stenbolê ya 26ê hat aşkerekirin
6em Meşa Rûmetê ya Îzmîrê çêbû
4 hezar lîre cezayê pereyan dan kesê ku gef li LGBTIyan xwaribû