Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye
Ji 11ê Kanûna Paşiyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatiye standin. Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.
![Dozgerîya Şirnexê ji bo bûyera windabûna du Siryanan biryara “nepenîyê” daye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/218/748/original/süryani_çift-510_(1).jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 11ê Kanûna Paşiyê ve li gundê Mehrê yê Şirnexê du hevwelatîyên bi navê Hurmuz û Şimoni Diril ên Siryan winda bûne û ji wê demê ve agahî ji wan nehatiye standin.
Îro Serdozgerîya Şirnexê ji bo bûyerê biryara nepenîyê daye.
Ji ber şertên xerab ên kêş û hewayê firokeyên bêfirokevan li herêmê digerin lê tîmên alîkarî û hewargihandinê nekarine biçin herêmê.
Li gundê Mehrê bi tenê du mal hene. Ji bilî herdu welatîyên winda kesek dî jî heye lê ev demek e li gundî namîne.
(RT/MB)