Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ji bo hilbijatinên herêmî afîşên bi zimanê kurdî li gelek cihên navçeya Cizîrê ya Şirnexê danîne.
Dozgerîyê doz li hevseroka rêxistina HDPyê ya Cizîrê, Guler Tuncî û Gulçin Elçina parêzera partiyê vekiriye.
HDPyê li afîşan "Azadî bi xwerêveberinê dest pê dike” nivîsîye lê dozgeriyê wek “azadî bi birêvebiriyên xweser dest pê dike” wergerandiye tirkî.
Di dema hilbijartinan de bi biryara dozgerîyan li Cizîr, Şirnex, Bedlîs û Şirnexê afîş hatibûn rakirin.
13ê Hezîranê ji bo dadkirinê yekem rûniştin dê bê pêkanîn. Dozgeran bi sûcê “pesindarîya sûc û sûcdaran” doz vekiribû.
(HA/MB)