Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina weşanger û nivîskar Azad Zalî li Dadgeha 8em a Cezayê Giran a Amedê dewam kiriye. Zal ji ber lêpirsîna ku li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû vekirin, tê dadgehkirin.
Zal û parêzerê wî beşdarî danişînê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya nêrîna xwe ya dawî derbarê dosyayê de diyar kiriye. Di sala 2018an de dema polîsan bi ser avahiya KCDyê de girtine, dest danîne ser dokumanên fîzîkî û dijîtal û di nava van de karta delegeyan a KCDyê ya Azad Zalî hatiye dîtin. Dozgerî ji ber vê dokumanê gotiye ku Zal di nava KCDyê de xebat kirine.
Her weha behsa endamtiya Zalî ya Komeleya Bipêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) û Komeleya Nivîskarên Kurdan kiriye û ew û pirtûkên qedexe yên li weşanxaneya wî hatine peydakirin, weke sûc nîşan daye.
Dozgerî îdia kiriye ku, Zal di nava xebatên KCDyê de beşdarî çalakiyên rêxistinî bûye, tevlî endamên KCDyê, bi armanca “Li ser xakên çar welatan xwestine ‘qaşo’ yekîtiya netewî ya kurdan ava bikin û bi vê yekîtî û hevgirtina dewletê têk bibin, civakê ji ber hev bixin û bandorê li ser girseya gel bikin û çalakiyan ji bo vî tiştî pêk bînin” û ew bi 15 sal cezayê girtîgehê were cezakirin.
Parêzerê Zalî doza demê kiriye
Abdûlah Cager, parêzerê Zalî ji bo paraznameya xwe ya li dijî nêrîna dozgerî amade bike, doza demê ji heyeta dadê kiriye û xwestiye kêmasiyên di dosyayê de temam bibin.
Heyeta dadgehê di biryara xwe ya demkî de gotiye ku ew ê dokumanên dijîtal ên Zalî yên di emaneta yasayî de ne bixwazin û bêyî li bendî danişînê bisekinin, ji bo lêkolînê wan bişînin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Her weha daxwaza parêzerê Zalî qebûl kiriye û biryar daye ku dadgehkirin di 10ê Sibata 2022yan de dewam bike.
Polîsan di 26ê Hezîrana 2020an de li Amedê bi ser mala Zalî de girtibûn û ew desteser kiribûn. Zal bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Parêzerên wî li dijî biryara girtina wî serî li dadgehê dabûn û ew di 18ê Tîrmeha 2020an de tehliye bûbû. (KÖ/FD)