Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgeriyê îdianameya derbarê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA), Şehrîban Abî, nûçegîhana Jinnewsê, rojnameger Nazan Sala û Zeynep Dûrgût de amade kiriye. Rojnamegeran nûçeyên desteserkirina Servet Tûrgût û Osman Şîbanî weşandibûn ku leşkeran Tûrgût û Şîban li Wanê desteser kiribûn û ew ji helîkopterê avêtibûn.
Bîlen, Ûgûr, Abî û Sala 130 roj in girtî ne. Dûrgût bêyî were girtin tê dadgehkirin.
Dozgeriyê 6 rojnameger “bi endamtiya rêxistinê”, Dûrgût jî bi “propagandaya rêxistinê” tohmet kiriye. Îdîanameya dozgerî 14 rûpel in ku di 6 rûpelên wê de behsa PKK û KCKyê û xebatên her du rêxistinan kiriye.
Her weha dozgeriyê saziyên ku rojnameger lê kar dikin bi van gotinan tohmet kiriye: “Gelî tînin coş û xiroşê, li dijî dewletê rayê di nava civakê de ava dikin, yekgirtiya dewletê û hevgirtina welatî têk dibin, bi weşanên provakatîf mezin û saziyên dewletê biçûk dixin.”
Dozgeriyê di îdianameyê de gotiye ku malperên wan hatine astengkirin û ev sazî di weşanên xwe de cih nadin nûçeyên spor, magazîn û xwezayê.
5em Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, îdianameya navborî qebûl kiriye.
Çi bûbû?
Di 11ê Îlona 2020an de li Şaxê, navçeya Wanê cendermeyan Osman Şiban û Servet Turgut desteser kiribûn. Piştî wê derketibû holê ku Şiban û Turgut li Wanê li nexweşxaneyê tên dermankirin. Ajansa Mezopotamyayê belgeyên derbarê vê bûyerê de weşandibû û gotibû ku Şiban û Turgut ji helîkopterê avêtine. Servet Turgutî piştî demekê can dabû.
Polîsan di 6ê Çiriya Pêşiyê de Adnan Bilen û Cemîl Ugur, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Şehrîban Abî û Nazan Sala, nûçegihanên Jinnewsê ji ber weşandina vê nûçeyê desteser kiribûn. Her çar rojnameger bi hinceta ku “li dijî dewletê nûçeyên civakî” çêkirine di 9ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin. (HA/FD)