Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê piştî bi 2 salan îdianameya derbarê bûyera kuştina Recep Hantaşî de amade kiriye. Hantaş di 14ê Nîsana 2019an de dema bi hevalekî xwe li Sumeparkê rûniştibû, polîsan gule bera wan dabûn û ew kuştibû.
Dozgerî ji ber “bi zanebûn kuştiye” xwestiye polîs Kazim B. Ji 18 salan heta 25 salan were cezakirin.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Amedê piştî bûyerê Kazim B. Girtibû lê piştî bi 40 rojan, di 24ê Gulanê de digel gumana xurt a sûckirinê hebû, polîs tehliye bûbû.
Bixwîne - Polîsê ku Recep Hantaş kuştiye tehliye bûye
Sê ekîbên polîsan çûne
Dozgerî di îdianameya xwe de diyar kiriye ku bûyer di encama gilîkirinekê de pêk hatiye. Di îdianameyê de daxuyaniyên polîsên wezîfedarkirî, rapora otopsiyê, ya lêkolîna li cihê bûyerê û balîstîkê, li dîmenên kamerayên li parkê û îfadeyên şahidan hene.
Dozgerî li gorî zabitnameya polîsan amade kiriye, behsa wê şevê kiriye û gotiye, hin kesan polîs agahdar kirine ku du kesên bi rûpoş û kevir di destên wan de li parkê ne. Li gorî heman zabitnameyê sê ekîbên polîsan çûne parkê û “Polîsan bi gumana terorê xwe ji bo guleberdanê amade kirine û bi vî awayî ketine nava parkê.”
Dîsa di heman zabitnameyê de hatiye îdiakirin ku Hantaş ji bo bisekine hatiye hişyarkirin lê we nesekiniye û ji wî cihî baz daye, polîsan jî gule bera jor dane. Polîsên ku çûne cihê bûyerê gotine ku wan nedîtiye bê ka kê gule bera Hantaşî dane.
Dozgerî behsa dîmenên kamerayan jî kiriye û gotiye, dema polîs Kazim B. di dîmenan de xuya kiriye, ji çeka wî ya lûledirêj dûman derketiye û di wê esnayê de Hantaş jî ji ber kamerayê derketiye û ketiye erdê.
Polîs: Min gule bera jor da
Dozgerî di îdianameyê de behsa îfadeya polîs Kazim B.yî kiriye ku gotiye “Min gule bera jor daye.”
Dozgerî di beşa nirxandin û daxwazan de gotiye, li gorî îfadeyên şahidan, dîmenan û rapora balîstîkê ti guman nîne ku Kazim B.yî bi çeka lûledirêj gule bera daye.
Çi bûbû?
Polîsan li Amedê 14ê Nîsanê saet di 04.00ê destê sibehê de gule bera serê xortê bi navê Recep Hantaşî daye û ew kuştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hantaş bi hevalekî xwe re li Sumerparkê rûniştî bûye û di vê demê de polîsan gule bera wî dane û ew kuştiye.
Hantaş di wê kêliyê de miribû û xortê li ba wî hatibû desteserkirin ku şahidî ji bûyerê re kiriye.
Cenazeyê Hantaşî rakiribûn morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û di saetên nîvro de di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoyê hatibû binaxkirin.
Efe Hantaş, birayê Recep Hantaşî gotibû “polîsan ji me re got, me birayê te bi şaşî kuştiye”.
Walîtiya Amedê îdia kiribû ku Hantaş “hatiye hişyarkirin” lê nesekiniye û li ser vê gule bera wî dane. (HA/FD)