Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgerî xwestiye ku parêzer Levent Pişkin, ji ber çûye girtîgehê û bi Selahattin Demirtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevdîtin kiriye were cezakirin.
Levent Pîşkîn ji ber vê sedemê di sala 2016an de hatibû desteserkirin û doz lê hatibû vekirin.
Dozgerî nêrîna xwe pêşkêş kiriye û ev nêrîn ketiye dosyeya dadgehkirinê.
Dozgerê Komarî Seyfettin Baysalî di danişîna heştem a li 8em Dadgeha Cezayê ya Bûrsayê de pêk hatiye nêrîna xwe aşkere kiriye. Baysalî gotinên Gokhan Şen, Serdozgerê Komarî yê Bûrsayê yên di îdianameyê de ne dubare kiriye.
Baysalî xwestiye ku Pişkin bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Dadgehê biryar daye ku bersûc bila paraznameyên xwe li dijî nêrîna esasî ya dozgerî amade bikin. Dadgehkirin wê di 18ê Çiriya Paşiyê de dewam bike.
Xebatên parêzeriyê weke sûc nîşan daye
Dozger Baysalî di nêrîna xwe de Pişkin bi wî tiştî tohmet kiriye ku nasnameya xwe ya parêzeriyê bikar aniye û çûye hevdîtin li gel miwekilê xwe, Demîrtaşî kiriye.
Dozger Baysalî her weha beşdariya Pişkin a koma Whatsappê ya bi navê “HDP İstanbul”ê jî weke sûz nîşan daye.
Xwestiye du parêzerên din jî werin cezakirin
Dozgerî di heman dosyayê de xwestiye parêzer Ayşe Batumlu û Cahit Kirkazakî jî bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “endamên rêxistinê ne” werin cezakirin.
Di dosyayê de tevli Pişkin, Kirkazak û Batumluyê 12 kes tên dadgehkirin. (TP/FD)