Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Doza kuştina Alî El Hemdan, welatiyê Sûriyeyê duh li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hatiye. Dozgerî di danişînê de nêrîna xwe aşkere kiriye ku ji bo polîsê bi navê F.K.yê Alî El Hemdan kuştiye cezayê heta hetayê xwestiye.
Alî El Hemdan welatiyê Sûriyeyê ye, 18 salî ye û karkerê tekstîlê bû. Li Edeneyê di 28ê Nîsana 2020an de di dema qedexeya derketina derve de dema xwestibû biçe kar ji aliyê polîsî ve hatibû kuştin.
Polîs F.K. li girtîgeha ku lê girtiye bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBİS) tevlî danişînê bûye. Her weha parêzer jî li salona danişînê amade bûne.
Li gorî nûçeya Ayça Onûralmişê ku li Medya Portê weşiyayê, polîsê bersûc di danişînê de gotinên xwe yên berê dûbare kiriye û gotiye, “Ez poşîman im, qesta min kuştin nebû. Dem a min xwest ez guleya li hewayê bireşînim şaşî çêbû”. Her weha bersûc piştî van gotinan daxwaza tehlîye û beraeta xwe kiriye.
Ridvan Şahîn, parêzerê malbata Alî El Hemdanî xwestiye kujer di sûcê “kuştina bi qestî” de bi cezayê muebeda girankirî were cezakirin.
Dozgerî nêrîna xwe pêşkeşî heyeta dadgehê kiriye û xwestiye F.K.,polîsê bersûc bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê were cezakirin.
Parêzerê bersûc ji bo parastinê daxwaza dema zêde kiriye. Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kiriye û danişîn taloqî 21ê Kanûna Paşiya 2021an kiriye.(AS/AY)