Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, lêpirsînek li ser nivîskar û birêveberên Ozgûr Gûndemê dabû dest pê kirin, lêpirsîn temam bû.
Umut Tepeyê ku yek ji serdozgerên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ye doz vekiriye. Serdozgerî di îdianameya dozê de navê Kemal Sancılı, Aslı Erdoğan, İnan Kızılkaya, Zana Bilir Kaya, Ayşe Necmiye Alpay, Emire Eren Keskin, Filiz Koçali, Ragıp Zarakolu û Bilge Akut wek bersûc nîşan dane.
Necmîye Alpay û Asli Erdogan ên şêwirmendên weşana Ozgûr Gûndemê ne, berpirsê weşana giştî yê Ozgûr Gûndemê Zana Kaya, berpisê weşanê Înan Kizilkaya di girtîgehê de ne.
Serdozgerî ji bo herçar girtî û 9 bersûcan bi tewanên ‘’endambûna rêxistina çekdar a terorî’’,’’xerakirina yekparçetiya dewlet û civakê’’, ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ ji 6,5 salan heta 17,5 salan cezayê girtina di girtîgehê de xwest.(NV/MB)