Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 26em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Koçê dersdêr Dîdem Pekun cara duyem, ji ODTUyê lêkolîner Demet Îslambey cara yekem,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Bogaziçiyê xwendekarê doktorayê Omer Faruk Yekdeş cara sêyem,
Li 29em DCGyê ji Zanîngeha Mersînê Doç. Dr. Ûlaş Bayraktar cara duyem,
Li 25em DCGyê ji Zanîngeha Mersînê Alk. Doç. Dr. Tolga Toren cara yekem, ji Zanîngeha Bîlgiyê lêkolîner Sureyya Topaloglû cara çayem, ji Zanîngeha Sabanciyê Prof. Dr. S. I. cara sêyem hatin dadkirin.
Dozgeran doza cezakirinê kir
Li 37em DCGyê dozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasa dosyayê de anî ziman. Dozgerî xwest ku Omer Farûk Yekdeş li gorî hevokên yekem û duyem ên Xala 7/2yê yên Qanûna Dijterorê (TMK) were cezakirin.
Ji bo parêzer paraznameya xwe ya derbarê esasê dosyayê de amade bike, heyeta dadgehê biryar girt ku dadgeh 10ê Nîsanê berdewam bike.
Li 25em DCGyê dozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasê dosyayê de anî ziman. Daxwaz kir ku Sureyya Topaloglû S. I, li gorî xala 314/2 û 220/7 ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û 5/1 ya TMKyê werin cezakirin.
Heyeta dadgehê biryar girt ku dadkirina her du akademisyenan 9ê Nîsanê berdewam bike.
Li 25em DCGyê ji bo Tolga Toren, li 26em DCGyê jî ji bo Demet Îslambeyê heyetê dadgehan biryar girtin ku dadgehên wan ne erkdar in.
(TP/FD)