Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dozgerî xwest du caran Firat Anli heta hetayê(mûebet) di girtîgehê de bimîne
Dadgeha Cezayên Giran a 8. dest bi doza li ser Firat Anliyî û 50 kesên dî tê de kir.
Dozgeriyê bi sûcên “têkbirina yekîtî û hevgirîya dewletê” û “kuştina wan kesên ku karê ji bo civakê dikirin” du caran cezayê mûebetê(heta hetayê mana di girtîgehê de ) ji bo Anliyî xwest.
Herweha ji ber cezayên “propagandakirina rêxistina terorî”,”teşebisa kuştina wan kesên karê xwe yê ji bo civakê dikir”,”kirîna çekên ku bi hejmar û şiyanên xwe ve dikarin ziyanê bidin an jî kirîna fîşekên wan, xwedîbûn an jî veguhestina wan” ji 39,5 salan heta 89 salan cezayê girtinê dê bê xwestin.
Herdu hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê, Firat Anli û Gultan Kişanak di 25ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn desteserkirin û di 30ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn girtin.
Gotina “heval” wek delîl hat hesibandin
Li gor lêpirsînnameyê ji axiftinên PKKyîyan yên bi telsîzê hatiye zanîn ku Anliyî hevkariya wan kiriye.
Girtiyekê qertek ji girtîgehê şandiye û ji Anliyî re gotiye heval ev jî wek delîlekê hat hesibandin. (ÇT/MB)