Dadgehê, îdîanameya ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê ji bo Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re a Egeyê (EGE – TUHAYDER) Nîlay Guleser û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê Alî Yalçinkayayî amade kiriye, qebûl kir.
Guleser û Yalçinkaya di 28ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de li Îzmîrê hatin desteserkirin û di 1ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha 18an a Cezayê Giran a Îzmîrê îdianameya ji 48 rûpelan pêk hatiye pejirand.
Li gorî îdianameyê, Yalçinkaya û Guleser tê tohmetkirin ku “endamên rêxistinê ne” û behsa xebatên Yalçinkayayî yên derbarê zimanê kurdî de hatiye kirin.
Karên kursa kurdî weke sûc hatiye nîşandan
Di beşeke mezin a îdianameyê de dozgerî behsa karên kurdî û hevdîtinên Yalçinkayayî yên bi beşdarên kursan re kirine, hene. Polîsan şeş mehan li telefona Yalçinkayayî guhdar kiriye û dersên kurdî yên Yalçinkayayî dane, weke “xebatên li ser navê rêxistinê, “propagandaya rêxistinê” hatine penasekirin.
Yalçinkaya wê cara pêşiyê de 18ê Kanûna Paşiyê ya 2014an de, Guleser jî wê cara pêşiyê di 19ê Adara 2024an de bê dadgehkirin. (TY/FD)