Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
10em danişîna Doza Buyukadayê li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam kir. Di dozê de 11 mafparêz tên dadgehkirin.
Dozgerî nêrina xwe ya di ji bo Doza Buyukadayê pêşkêş kiriye. Dozgerî xwest ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” ceza li Taner Kiliç, Serokê Rûmetê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî were birîn. Her weha xwestiye Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran, Nejat Taştan û Velî Acû bi tohmeta ku “Digel ku ne emdanê/a rêxistinê ye lê alîkarî bi rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Bixwîne - Rêxistina Efûyê: "Divê demildest biryara beraetê ji bo 11 mafparêzan bê dayîn"
Dozgerî di nêrîna xwe de gotiye, ji ber delîlên berbiçav nehatine bidestxistin Peter Frank Steudtner, Alî Gharavî, Îlknûr Ustun, Nalan Erkem û Mûhammed Şeyhmûs Ozbeklî beraet bikin ku bi “alîkariya rêxistinê” dihatin tohmetkirin.
Piştî nêrîna dawiyê ya dozgerî, mafparêz û parêzerên wan xwe diparêzin.
Daxuyaniyeke hevbeş hatiye dayîn
Beriya danişînê rêxistinên mafparêz li ber avahiya edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Civil Rights Defenders, Komeleya Şopandinê ya ji bo Mafên Wekhev, Navenda Bîrê, Komeleya Înîsiyatîfa Mafan, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Koalisyona Jinan, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Komeleya Welatîbûnê bi hev re daxuyanî dane û bi kurtasî wiha gotine:
“Bendewariya me mafparêzan ev e ku dozgerê li ser navê civakê tevdigere, ji bo dawî li neheqî û azarên derketine holê bîne, divê daxwaza beraetê bike û bixwaze doz bi vî awayî bidawî bibe. Tekane daxwaza me mafparêzan azadiya hevalên me ye ku mafên wan ên herî xwezayî ye.”
Çi bûbû? | |
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin. Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin. 25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man. Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê. Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin. Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. |
(RT/FD)
Fotograf: Rêxistina Efûyê ya Navnetewî