Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo biryara betalkirina Peymana Stenbolê neyê qebûlkirin, nêzîkî 200 doz li Encûmena Dewletê hatibûn vekirin. Şûra îro ji bo serlêdana 15 rêxistinan civiya.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, ji Platforma Eşîkê parêzer Hulya Gulbalar, ji Komeleya Destpêkê Zarok û Jin parêzer Mujde Tozbey Erden û Ozge Yucel, ji Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞIK) Şanal Sarihan û Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, Seroka Rêxistina Jinan a CHPyê Aylîn Nazliaka li Encûmena Dewlet axivîn.
Sazî û kesên ku îro Şûra ji bo serlêdana wan civiya 1-Komeleya Pêşiyê Jin û Zarok, 2- SOL Parti, 3- Baroya Meletiyê, 4- Baroya Zongûldakê, 5- Baroya Çanakkaleyê, 6- Baroya Qersê, 7- Baroya Artvînê, 8- Baroya Denizliyê, 9- Baroya Kirklareliyê, 10- Baroya Tokatê, 11- Pervin Buldan, 12- Özgür Özel, 13- Baroya Aksarayê, 14- Baroya Şirnexê, 15- Dadwer |
10 rêxistinan di 28ê Nîsanê de li Beşa 10an a Şûraya Dewletê doz vekiribû. Çav li rê ye ku dozer nêrîna xwe di vê dozê de jî bîne ziman.
Ozgur Ozelî di axavtina xwe de got ku mijar ne tenê “mijara jinan e” û ji bo Tirkiyeyê “mijareke gelekî girîng e. Ozelî di dewama axavtina xwe de diyar kir ku “Serxwebûna daraza destûrî binpê bûye.”
Parêzer Şanal Sarihanê jî diyar kir ku di nava heyeta dadgehê de şeş mêr û jinek tenê heye û ev jî ji ber newekhiviya jin û mêran e.
Bûldan: Ez ji bo hemû jin û LGBTI+yên Tirkiyeyî li vir im
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê jî di axavtina xwe de bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û behsa girîngeya Peymanê ya ji bo jinan û LGBTI+yan.
Parêzer Hulya Gulbaharê Xala 90î ya Destûra Bingehîn bibîr xist û got ku peymanên navnetewî tenê dikarin bi erêkirina Parlamentoyê bên betalkirin.
Parêzerên doz vekirine axivîn
Di dema danişînê de li ser navê 15 sazî û kesên doz vekirine, parêzerên wan axivîn. Paşê parêzerên saziyên ku doz li wan vebûne, axivîn. Parêzeran daxwaz kiririn ku doz neyê qebûlkirin. Parêzer Emre Topalê ji Serokatiya Peymanên Navneteweyî yê Serokomariyê îdia kir ku betalkirina Peymanê, ji bo mafên jinan ti pirsgirêkan çênake.
Danişîn di 16.20 deqîqeyan de qediya. Biryar wê paşê bê aşkerekirin. (EMK/FD)