Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgerî îro di doza Fîkret Başkaya, nivîskar û Serokê Weqfa Forûmê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn de nêrîna xwe diyar kiriye. Başkaya ji ber nivîseke ku sê bal berê nivîsandibû tê dadgehkirin. Danişîna dozê îro li 21yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve çûye.
Dozgerî di nêrîna xwe de xwestiye ku Başkaya li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) û ji ber tohmeta “kirina propagandaya rêxistina terorê” were cezakirin.
Li gorî we xalê, “Ji salekê heta pênc salan cezayê girtinê li wan kesan tê birîn ku propagandaya rêbazên kotekî, tundkarî û gefxwarinê yên rêxistina terorê rewa nîşan bide, pesnê van rêbazan bide yan jî kes û derdoran teşwîq bike ku serî li van rêbazan bide. Heke ev sûc bi rêya çapemeniyê û weşanê bê kirin ev ceza bi qasî nêvî nêvî tê zêdekirin.”
Ji sal û nîvê heta 7 sal û nîvê dikare ceza lê bê birîn
Levent Kanat, parêzerê Başkayayî ji bianetê re got, bi zêdekirina cezayî re dibe ji sal û nîvê heta heft sal û nîvê cezayê girtinê lê bê birîn.
Kanatî diyar kir ku têkiliya dozê bi pêvajoya siyasî re heye û wiha axivî: “Ez metel mam ku doz li vê nivîsê hatiye vekirin û ceza jê re tê xwestin. Lewre êdî ihtimal heye ku dadgeh ceza bide û ji sînorên kêm dûr bikeve.”
Dozgerî xwest ku giliyê Başkayayî bê kirin
Dozgerî di heman danişînê de îdia kir ku Başkayayî di nivîsa xwe de “Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” û ev sûc e. Daxwaz ji heyeta dadeehê kir ku li gorî Xala 301ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) giliyê Başkayayî bê kirin.
Ji bo lêpirsîn li gorî Xala 301ê bê vekirin, divê Wezareta Dadê destûrê bide.
Başkaya û parêzerên wî ji bo paraznameyê li hemberî nêrîna dawî amade bikin daxwaza demê kirin.
Dadgehkirin wê 22yê Çiriya Paşiyê ya 2019ê berdewam bike.
Çi bûbû?
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê” kiriye doz Fîkret Başkaya, nivîskar, avakar û Serokê Weqfa Forûma Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hatiye vekirin. Ozgur Unîversîte jî bi ser vê Weqfê ve girêdayî ye.
Doz ji ber nivîsa bi navê “Terora rastî terora dewletê ye” hatiye vekirin. Nivîs, 7ê Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) ya 2016ê li ser malpera ozguruniversite.org-ê ve hatibû weşandin.
Fîkret Başkaya
Di sala 1940ê de li Denîzliyê hatiye dinê.
Dema ew li Zanîngeha Abant Îzzetî akademîsyen bû, wî kitêbeka bi navê “Îflasa Paradîgmayan” nivîsî. Ji ber wê kitêba wî bi “qanûna têkoşîna li dijî terorê” dadgehekê 20 meh cezayê girtinê da wî. Ew li Girtîgeha Haymanayê ma.
Başkaya li Zanîngeha Azad dersê dide. Ew herweha yek ji avakerên wê zanîgehê ye. (AS/FD)