Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna doza Kemal Kurkutê di Newroza 2017an de polîsan li Amedê ew kuştibûn li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Danişîn tenê 5 deqîqeyan bi rê ve çûye.
Y.Ş. polîsê bersûc û parêzerê wî beşdarî dadgehkirinê nebûne. Ji ber ku heyeta dadgehê guheriye heyete gotiye ew ê di 17ê Çiriya Paşiyê de biryara xwe aşkere bikin.
Destûra rojnameger û parlamentera nehatiye dayîn
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê beriya danişînê, polisan ji ber Edliyeya Amedê heta qorîdaro dadgehê bi awayekî awarte tedbîrên ewlehiyê girtine. Polisan, bi hinceta pandemiyê nehiştine Semra Guzel û Remziye Tosûn, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rojnameger bikevin salona dadgehê.
“Divê polîsan pêşbînî bikira ku wê gule lêkeve”
Dozgerî jî nêrîna xwe ya danişîna beriya niha dubare kiriye. Dozgerî gotiye ku ji ber ji jor û berjêr cil li ser wî nebûye û kêrek di dest de hebû, polisan dikarîbû li gorî zanebûna xwe ya pîşeyî û tecbûbeyên xwe fam bikirana ku li ser wî teqemenî nîne û dikarîbûn bêyî guleyan bera wî bidin wî bêbandor bikin.
Dozgerî diyar kiriye ku li gorî vê encamê ji ber sûcê “bi zanebûn bûye sedema mirinê” ji 3 salan heta 9 salan cezayê girtîgehê ji polisê bersûc Y.Ş.yî re xwestiye.
Dadgehkirinê 5 deqîqeyan domandiye
Di danişîna ku 5 deqe berdewam kir de parêzeran parastinên xwe yên danişînên din dubare kirine û diyar kirine ku li dijî nêrîna derbarê esasê de ew ê di danişîna pêş de paraznameyên xwe pêşkêş bikin.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. (AS/FD)