Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirin û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” tên dadkirin, danişîna wan ya li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bi rêve çû.
Duh (10ê Kanûna Paşiyê, Rêbendan) ya 2019ê li sê dadgehan dadkirina 7 akademisyenan berdewam kir.
Li 24em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) ya Stenbolê, ji Zanîngeha Sabanciyê Prof. Dr. Erdag Aksel cara duyem,
Li 25em DCGyê, ji Zanîngeha Bilgiyê Alk. Doç. Dr. Ali Alper Akyuz cara sêyem,
Li 36em DCGyê, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Kumru Çilgin, Yasin Bariş Goguş û Prof. Dr. Ayşe Asli Berkman, ji Zanîngeha Enqereyê xwendekara doktorayê Dîlek Çetînkaya û dersdêra teqawidî Saadet Sorgûlû cara duyem derketin pêşbêrî dadgehê.
Li du dadgehan dozgeran ceza xwest
Li 25em DCGyê dozgerî ji bo Alper Akyuz û li 36em DCGyê jî dozgerî ji bo pênc akademisyenan bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” xwest ku werin cezakirin. Dozgeran xwestin ku li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) ceza bên dayîn.
Li 24em DCGyê jî heyeta dadgehê dosyeya akademisyen Erdag Aksekî û dosyayên akademisyenên din, kir yek dosye.
Dadkirina van dosyayan wê 25ê Nîsanê berdewam bike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
*Dadgeha Stenbolê salek û sê meh cezayê girtinê da Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgeha Stenbolê salek û şeş meh cezayê girinê da Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh.
*Dadgehê salek û sê meh cezayê girtinê daye Dr. Gaye Yilmazê.
* Dadgehê salek û şeş meh cezayê girinê daye Alk. Doç. Dr. Bulend Kuçukî, paşê ji ber tevgerên wî yên maqûl dadgehê cezayên wî kiriye salek û sê meh. (TP/FD)