Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn û bi sûcê “propagandaya rêxistinê”têne dadkirin danişîna wan berdewam dike.
Duh li du dadgehan 14 akademisyen hatin dadkirin.
Li 26em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Sabanciyê dersdêr Engîn Kiliç cara sêyem,
Li 27em DCGyê ji Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Alî Kerem Saysel, Alk. Doç. Dr. Noemi Levy Aksû, Dr. Ayşegun Soysal, Alk. Doç. Dr. Tûna Kûyûcû, Prof. Dr. Neş’e Bîlgîn, Dr. Melîke Acar û Dr. Feyza Akinerdem, ji Zanîngeha Sabanciyê Dr. Zeynep Nevîn Yelçe û Prof. Dr. Îlker Bîrbîl, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê lêkolîner Sînem Seçer, ji Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê Prof. Dr. ê teqawitbûyî Mûstafa Sercan, ji Zanîngeha Kalîforniyayê Doç. Dr. Bakî Tezcan û ji Zanîngeha Yalovayê lêkolîner S. O hatin dadkirin.
Di vê danişînê de ji bilî Bakî Tezcan, Mûstafa Sercan, S. O û Sînem Seçerê, dozgeran derbarê 10 akademisyenan nêrîna xwe ya li ser esasa dosyayê pêşkêş kirin. Dozgeran xwestin ku akademisyen bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê” û li gorî Xala 7/2 ya Qanûna Dijterorê (TMK) werin cezakirin.
Dadkirina Nevin Zeynep Yelçe, İlker Birbil, Tuna Kuyucu, Melike Acar, Ayşegün Soysal 20ê Adarê, ya Neş'e Bilgin, Ali Kerem Saysel, Noemi Levy Aksu, Feyza Akınerdem 27ê Adarê wê berdewam bike.
Li 27em DCGyê Sînem Seçer, S. O. û Mûstafa Sercanî diyar kirin ku wan berê xwe ne parastiye û ew dixwazin di dema parastina xwe de parêzerên wan jî li dadgehê be.
Heyetê ev daxwaz qebûl kir û biryar da ku dadkirin 19ê Sibatê berdewam bike.
Di danişîna derbarê Bakî Tezcanî de dadgehê biryara zeftkirinê derxist û diyar kir ku wê dadkirin 9ê Adarê berdewam bike.
Bakî Tezcan li Amerîkayê li zanîngehê kar dike. Dadgehê beriya niha biryar girtibû ku ji bo Tezcan paraznameya xwe li Amerîkayê pêşkêş bike, nivîs ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê re nivisî bû. 29ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê Wezareta Dadê ya Amerîkayê bersiva dadgehê dabû û diyar kiribû ku çalakiya Tezcanî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye û heke delîlên berbiçav ên derbarê tohmetê de pêşkêş neyê kirin ew ê nikaribin daxwaza heyeta dadgehê bi cî bînin.
Çi bûbû?
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh. (TP/FD)