Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî tûndkariya polîsan a ku Beyza Kûral, nûçegîhana berê ya bîanetê rûbirû mabû biryara binpêkirinê dabû. Piştî biryara dadgehê bi tohmeta ku “azadiya xebat û karî binpê kiriye” doz li sê polîsan doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 35emîn Dadgeha Cezayê Esliyê ya Stenbolê pêk hatiye.
Di danişîna 6em ya îro de rojnameger Zeynep Kûray û Serdal İşik weke şahid hatine guhdarkirin.
Kûrayê ji bo roja bûyerê weha gotiye:
“Wesayîtên polîsan hatibûn. Dema ku xwendekar derketin, polîs ji nişka ve ber bi wan ve meşiyan. Dest bi desteserkirina wan kirin. Wê gavê min qîrînek bihîst. Dema min nihêrî, min dît ku Beyza Kural bi paşve destê wê hatiye kelemçekirin. Ji aliyê polîsan ve tê zanîn ku em rojnameger in. Ji ber ku em di hemû bûyerên civakî de erka xwe pêk tînin. Polîsan jî dizanibû ku Beyza rojnameger e.”
Serdal Işik jî anîye ziman ku dema wan xwestine dîmenan bigirin polîsan hewl dane wan dûr bixin û weha gotiye:
“Min dît ku polîsan destê Beyzayê kelemçe kirin û ew desteserkirin.” Beyzayê ji min xwest ku ez ji saziya wê agahdar bikim ku ew hatiye desteserkirin. Min jî ji saziya ku ew lê kar dike agahdar kir. Piştre rojnamevanên din jî mudaxele kirin. Gotin Beyza rojnameger e. Li ser vê yekê Beyza hat berdan.”
Dozger nêrîna xwe aşkere kiriye
Piştî gotinên şahidan dozger nêrîna xwe aşkere kiriye. Dozger diyar kiriye ku delîlên di dosyeyê de û gotinên şahidan hevdu temam dikin.
Di dîroka bûyerê de polîsan bersûc Beyza Kûrala ku bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê kare xwe dikir asteng kirine.
Her weha dozger xwestiye bersûc di sûcê “binpêkirina azadiya xebat û karî” de were cezakirin.
Li ser vê yekê parêzerên bersûcan ji bo ku li dijî nêrîna dozgerî parastinê bike daxwaza dema zêde kiriye. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kiriye û danişîn taloqî saet 11:10ê 1ê Kanûna Pêşiyê kiriye.
Bixwîne - Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Çi bûbû?
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike. (HA/AY)