Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mûsa O., Çawişê Pispor tecawizî Îpek Er (18) a ku li gundê Hemdûna Qûbînê ya Êlihê dimîne kiribû. Erê di 16ê Tîrmehê de ji ber ku Orhanî tecawizî wê kiribû hewl dabû xwe bikuje.
Bi hinceta ku li ser medyaya civakî “heqaret” li faîlê tecawizê Mûsa O. kiriye, derheqê lîstikvan Ezgî Molayê de doz hatibû vekirin. Lîstikvan Hazal Kayayê jî li ser medyaya civakî piştgirî dabû Molayê. Li ser vê yekê parêzerê faîlê tecawizê Orhan ê bi navê Mehmet Erkan Akkuş giliyê Kayayê kiribû û lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Lêpirsîn biencam bûye û derbarê Kayayê de bi tohmeta ku “bi parvekirineke bideng, nivîskî yan jî bidîmen yekser heqaret kiriye” îdianame hatiye amadekirin. Dozger ji bo Kayayê 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê xwestiye.
Kayayê diyar kiriye û gotiye “bûyereke ku wijdana raya giştî êşandî ye. Min gelek caran nameya Îpekê ya bi gotina; ‘Ez 18 salî me û li gund dijîm. Mûsa, ew xeyalên min, jiyana min, hêviyên min têk bir, ez qirêjî kirim û dinyaya min bi serê min de hilweşand’ dest pê dike û îstîsmara zayendî bi hûr û kûr vedibêje xwend. Kesê ku bûye sedema vê bûyerê, yê ku bi kar anîna raye û hêza dewletê jê re afirandî hemû xeyalên jineke ciwan têk birî û rê li ber mirina wê vekirî; di mijara şerev û heysiyetê de pir hesas tevdigere. Ji xwe ne wê roja ku min ew twît parve kirî û ne jî niha min ev yek qet fêm nekir bê ka çima wiha hesas e. Ez, xwe parçeyeke pergala hiqûqê ya ku ji gotina tecawizkar a ji bo tecawizkarekî sûc dibîne nabînim.”
Kayayê diyar kiriye ku ew di berteka xwe de mafdar e û ev tişt anye ziman: “Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan, îstîsmara zayendî û tundiya zayendî divê qanûnên heyî bi awayekî herî bandor bên cîbicîkirin. Di vê mijarê de jî dizanim bê ka zexta raya giştî çiqas girîng e. Weke lîstikvanekê di van mijaran de her tim hewl didim dengê xwe bidim bihîstin. Di mijarên tundiya li dijî jinan de ne faîl lê kesên li dijî wan tiştên pêwîst dibêjin tên cezakirin. Nerazîbûna min a li dijî pergaleke darizandinê ya wiha, nabe mijara darizandinê.”
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(EMK/AY)