Bi tohmeta ku 'kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine hedef nîşandane' doz li Rêvebirê Karên Nivîsan yê Gerçek Gundemê Faruk Eren û edîtor Furkan Karabay hatibû vekirin. Dadgehkirina rojnamegeran li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir.
Di doza ku li ser giliyê endamê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Îrfan Fîdan hat vekirin de dozger di danişîna ewil de xwest rojnameger bên cezakirin.
Li gorî Hayrî Demîr ku ji Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ye Furkan Karabay tevî parêzerê xwe Enes Hîkmet Ermaner ji Stenbolê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûye. Parêzerê Faruk Eren Kerem Altîparmak jî li salona dadgehê amade bû.
Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay hat desteserkirin
Serokê dadgehê: Ma her rojnameger dikare li gor dilê xwe nûçeyan çêbike?
Di vê navberê de serokê dadgehê pirsa, "Tevkariyeke çawa ya Faruk Eren di nûçeyê de hebû, we bi fermana wî nûçe çêkir?" li Karabay kir û parastina wî di nîvî de birî.
Karabay pirsa der barê Eren de wiha bersivand: “Ez her nûçeyê li gorî lêkolînên xwe çêdikim. Zêdekirin û kêmkirina wî tune. Ew li vir tê darizandin ji ber ku ew wekî rêveberê nûçeyan berpirsiyar xuya dike. "Bi rastî, divê ew weke bersûc ne li vir ba.”
Li ser bersiva Karabay, serokê dadgehê pirsa "Gelo her rojnamevanek dikare li gorî dilê xwe nûçeyan çêbike?" kir.
Dozger xwest rojnameger wer in cezakirin
Piştre parêzeran gotinên xwe gotin. Parêzerê Fîdan Berat Akkaş jî bi iddiaya ku "ji ber sûc zirar dîtine" xwestin mudaxelî dozê bibin.
Dozgerê danişînê jî der barê esasê de nêrîna xwe eşkere kir. Ji bo Karabay bi hinceta “ji parastina wî nayê bawerkirin” û parvekirinên wî “ji azadiya derbirînê derbas dibe” xwest, bê cezakirin.
Her wiha dozgerê danişînê ku xwest Eren jî were cezakirin.
Piştî ku dadgehê biryara xwe ya demî eşkere kir, şertên kontrola edlî ya li ser rojnamegeran ranekir. Danişîna dozê taloqî 5ê Adarê kir.
(HA/AY)