Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Bi hinceta “Heqaret li Yildiz kiriye”, derheqê Şenyaşarê de doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê hat lidarxistin. Emîne Şenyaşar tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Ahmet Taş û Alî Arslan amade bûn.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger nêrîna xwe pêşkeş kir. Dozger, bi îdiaya “heqaretê” xwest ku ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê yan jî cezayê pereyan li Emîne Şenyaşarê bê birîn.
Piştre jî ji parêzerên Şenyaşar Ahmet Taş axivî û ji bo parastina li dijî nêrîna dozger dem xwest. Parêzer Alî Arslan jî xwest daxwazên wan ên di danişîna din de hatine kirin bên nirxandin û got ku dê piştre parastina xwe bikin. Dadgehê, piştî navberê biryar da û danişîn taloqî 20ê Kanûnê kir.
(RT/AY)