Di serdegirtinên malan ên di 23ê Nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnameger Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MAyê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MAyê yê berê Dogan Kaynak hatin desteserkirin.
Nûçegihanê MAyê Mehmet Aslan ji Edliyeya Enqereyê, rojnameger Kaynak jî li Edliyeya Rihayê bi rêya SEGBÎSê îfade dan dozgeriyê. Rojnamegerên din birin Edliyeya Çaglayana Stenbolê.
Hejmara rojnamegerên ku hatine desteserkirin derket 9an
Îfadeyên rojnamegeran ên li dozgeriyê bi dawî bû. Ji rojnamegeran nûçeyên çêkirine, axaftinên wan ên li ser telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re û parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî a Xê hatin pirsîn.
Dozgeriyê rojnameger Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û Erdogan Alayumat bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Rojnamegerên din jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
(RT/AY)