Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ismaîl Ari, nûçegîhanê BirGunê di Çiriya Pêşiya 2022an de ji bo ku belgeyên cezayên pere yên li Kerem Kinik, Serokê Giştî yê Kizilayê û Ibrahîm Altan, Rêvebirê Giştî yê Kizilayê hatiye birîn belav kiriye tê dadgehkirin. Dozger di dozê de nêrîna xwe aşkere kiriye.
3emîn Danişîna Dozê li 53êmîn Dadgeha Cezê û Esliyê ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye pêk hatiye.
Rojnameger Ismaîl Ari beşdarî danişînê nebûye. Parêzerê wî Tolgay Guvercîn li danişînê amade bûye.
Dozger di danişînê de destnîşan kiriye ku Ismaîl Ari zanyariyên hesap yên bankeyê yên li ser dekonta pereyan yê Kerem Kinikî bêyî ku reş bike bi awayekî zelal ku zanyarî dixûyên belav kiriye.
Her weha dozger diyar kiriye ku têkildarî vê mijarê biryarên rojanê yên 12em Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind hene û xwestiye Ari were cezakirin.
Li dijî nêrîna dozgerî parêzer Tolgay Guvercîn ji bo parastinê daxwaza dema zêde kiriye.
Heyeta Dadgehê danişîn taloqî 27ê Çiriya Pêşiyê kiriye.(HA/AY)