Pêvajoya derbarê rojnameger, nivîskar, helbestvan û karîkaturîstên ku roja Sêşema 26ê Mijdarê di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de hatibûn desteserkirin berdewam dike.
Rojnameger Suzan Demîr, Tûgçe Yilmaz, Havîn Derya, Erdogan Alayumat, nûçegihanê wêneyan Bîlal Seçkin û wergêr Serap Guneş ku îfadeya wan bi dawî bû, şandin Dadgeriya Cezê û Aştiyê. Li benda biryarê ne.

Dozger xwest Tûgçe Yilmaz, Serap Guneş, Erdogan Alayumat û Mehmet Ûçar bên girtin. Her weha dozger ji bo Suzan Demir, Havîn Derya û Bîlal Seçkîn daxwaza şertê kontrola edlî kir. Li bende biryara dadgehê ne.
Duh(28ê Mijdarê) di saetên êvarê de Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin (MKG) Sultan Mercen (Roza Metîna), karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-werger Omer Barasi, Koordînatorê Pirtûkakurdî Baver Yoldaş, derhêner Ardin Diren, Abdurrahman Aydin, helbestvan Ahmet Hicrî Îzgoren, wênekêş Emrah Kelekciler û rojnameger Ahmet Sumbul bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li Eskîşehîrê ji Kolektîfa Femînîstan Berfîn Atli, edîtorê Weşanxaneya Dîrektê Bûşra Şahîn û Mehmet Yaşar Abatan serbest bûn.
(HA/AY)