Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Girava Mezin 11 mafparêzan ji ber ku civîneka bi navê Ewlehiya Mafparêzan pêk anibûn hatibûn desteserkirin.
Ji 11 mafparêzên desteserkirî neh mafparêz hatine girtin û dadkirina wan didome.
Dozger Selahattîn Kanbûrî saet di 20.40 deqîqeyan de nêrîna xwe anî ziman û daxwaza tehliyekirina Günal Kurşun, İlknur Üstün, İdil Eser, Nalan Erkem, Peter Steudnter, Özlem Dalkiran û Ali Garawiyi kir. Her wiha xwest ku Veli Acu girtî bimîne.
Xwest ku dosyeya derbarê Taner Kiliçê ya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a İzmîrê bi îdiaya “sîxurtî û fînansmana terorîzmê” hatiye vekirin bi dosyeya Girava Mezin re bibe yek.
Piştî dozgerî nêrîna xwe anî ziman, parêzerên gumanbaran axivîn. Parêzer sûc û delîlên derbarê muwekîlên xwe de yên di îdianameyê de di nirxînin.
Bixwîne - Piştî mafparêz 133 rojan di girtîgehê de mayîn dê bêne dadkirin
Ji Girtîgeha Silîvrîyê ya bi cûrreyê Fyê, Özlem Dalkıran, Peter Steudtner, Ali Gharavi, Veli Acu, Günal Kurşun, İdil Eser û Nalan Erkem ji bo dadgehê hatin anîn.
Ilknûr Ûstûn û serokê berpirsiyarîya Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê, Taner Kiliç li Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBIS(Sîstema Peywendîdanê ya bi Deng û Dîmenan) dê beşdarî dadkirinê bibin.
Parêzeran ji dadgehê re got ka fon çi ye?
Li destpêkê Ozlem Dalkiran axivî. Parêzeran ji dadgehê re diyar kir ka fon çiye û çawa fon tê dayin.
Dalkiranê got:
"Ez wê yekê diparêzim ku maf ji bo her kesan in. Ez li dijî tûndkariyê mame. Ji ber vê yekê ez sûcên li ser min têne gotin qebûl nakim."
Dalkirnê diyar kir ew sûcên li ser vê tê gotin li dijî hîmên jiyana wê ne.
Peter Steudtner: Min navê hin rêxistinan nebihîstiye
Peter Steudtnerî got ku ew li Mozambik, Angola, Kenya, Filistîn, Nepal, Myanmarê xebitiye. Wî got:
"Teror ji bo mirovan sûcekê mezin e. Min ji nûçeyan PKK û FETO bihîstibû lê min navê hin rêxistinên ez pê tême sûcdarkirin nebihîstiye.
Çi bûbû?
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Günal Kurşun (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Veli Acu (İnsan Hakları Gündemi Derneği), Nejat Taştan (Eşit Haklar İzleme Derneği), Şeyhmus Özbekli (Hak İnisiyatifi), Ali Garawi (İsveç vatandaşı insan hakları eğitimcisi), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin û di 18yê Tîrmehê ya 2017yê de hatibûn girtin.
Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin.
25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man.(ÇT/MB)