Li Newala Koçkopruyê, ku yek ji jîngehên herî zindî yên Hewza Zîlanê ye, xebatên Projeya Kanala Avdanê ya Payê, tevî serlêdanên hiqûqî, bêrawestan didomin.

Parêzvanên xwezayê: Guh bidin dengê zanistê, divê Zîlan bê parastin
Berdevkê Platforma Jîngeh û Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirbahattin Demir, ku bûyeran li cih dişopîne, got ku wan duh li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê giliya sûc kiriye, îro jî hejmara makîneyên li qadê hatiye zêdekirin û xebat hatiye lezandin.
Li gorî agahiyên ku ekolojîstan îro parve kirine, makîneyên giran ji qadên ku rojên berê lê dixebitîn derbas bûne û heta beşên hundirîn ên newalê û xeta kanalê daketine. Hinek ji darên li ser rêgehê hatine birîn, hinek jî di dema derbasbûna makîneyan de şikestine.

Li Zîlanê ava bendavê kêm bûye, “hestî derketine ser rûyê erdê”
'Bi kepçeyan ketin dilê Zîlanê'
Demir, behsa tiştên ku li qadê diqewimin kir:
"Em nikarin kepçeyan rawestînin. Li vir wêraniyeke eşkere heye. Bi taybetî piştî serlêdana ku me duh li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê kir, îro kar hat lezandin. Makîne hatin zêdekirin û xebat bêrawestan didome. Wêraniyeke giran heye. Li vir gelek nebat û zindiyên endemîk hene. Heywanên wek segavan, ku di bin parastinê de ne û ketine nav lîsteya cureyên di metirsiya qirbûnê de, li vir dijîn. Herwiha ev qadek e ku semendera Anatolyayê jî lê hatiye dîtin. Tevî vê yekê, bêyî ku tu pîvanên parastin û ewlehiyê bên girtin, ev xebat didome. Ji ber kanalên kûr ên ku hatine kolandin, bi taybetî zarokên biçûk ên gundan di bin metirsiyê de ne. Ewlehiya kar qet nayê dabînkirin. Em bang li hemû jîngehparêzan, hemû welatiyên hestiyar, parlamenteran, Meclîsê û raya giştî ya Tirkiyeyê dikin. Nasnameya Zîlanê tune ye, îdeolojiya wê tune ye. Zîlan nirxa hevpar a vî gelî ye; nirxa hevpar a vî welatî û ya cîhanê ye. Îro bi kepçeyan ketin dilê Zîlanê. Zîlanê serûbin dikin."
Banga hevpar li ser medyaya civakî: #Zilandatalanvar
Ji bo balkişandina ser xebatên ku li newalê didomin, roja Çarşemê, 23yê Îlona 2026an, di saet 20.00an de, li ser medyaya civakî bi etîketa #Zilandatalanvar parvekirineke hevpar dê bê kirin.
(FY)



