Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, îro biryar daye ku seçi be bila ew be, li rojnamegeran bi awayekê sîstematîk vekirina dozan ji bo tirsandina wan e.
Bi vê yekê ew otosansûrê dikin û mafê wan ê xwe-îfadekirinê tê binpêkirin.
Dema rojnameya Ülkede Özgür Gündemê weşana xwe dikir berpirsê weşana wê, Ali Gürbüz bûye. Gelek doz li wî hatine vekirin. Wî ji hemî dozan beraet kiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiye neheq e û divê tezmînatê bide.
Dadgehê biryar daye ku armancên kontrolkirinê rojnameger mehkûmbûnê hatine tirsandin. Vê yekê rewşeka li dijî azadiya xwe îfadekirinê çêkiriye.
“Sansûrê çêdike”
Dadgehê diyar kiriye ku bêyî li naverokê bê nêrîn doz li rojnamegeran hatiye vekirin.
“Bi dozên bi qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê, bi awayekê sîstematîk li rojnameger, edîtor û xwediyên rojnameyan hatî kirin tesîreka sansûra kismî li rojnamegeran dike. Astengê diêxe ser meydaneka ji bo civakê vekirî ku li wê derê fikir bêne îfadekirin.”
Çi bûbû?
Ali Gürbüz di salên 2004-2006ê de, dema berpirsê weşana rojnameya Ülkede Özgür Gündemê bû ji ber 11 nivîs û nûçeyên wî 7 doz lê hatibûn vekirin.
Wî sala 2011ê ji hemî dozan beraet kiribû.
(AS/MB)